Kultur

Hêjmara nû: Nûpelda

Ji Edîtor

       Îro ji hewşa herkesî bêtir hewşa me hewceyî me ye û hewşa me ne di rewşeke baş de ye. Di dîwarên hewşê de -belê- hin destnîşanên destên hosteyan henin, lêbelê ev nîşan jî bi zorê têne naskirin. Di vê hewşê de gelek demsal û qernên diltezîn û dilşêrîn derbas bûne. Di hewşê de -ku îro tunebin jî- gelek qesr û koşk hatine avakirin. Lê mixabin rewşa ku îro ew tê de ne li ber çavan e. Hêlînên hechecik û kevokên kedîkirî, hew xwe li vê hewşê digirin.

Hewş bûye qada lîstika marmarok û gumgumokan. Kokên darên tû û gûzan li ber riziyabûnê ne. Bexçê ku bi salan e nehatiye avdan û tevirkirin ji kokê de hişk bûye. Ava ku ji bexçeyê hewşê derdiket û diherikî, heta bi ber bexçeyên cîranan ve jî diçû û bexçeyên gelek cîranan jî av dida, êdî miçiqiye. ‘Erdê hewşê bûye weke riya daristanên ku qet bivir bi wan neketiye û kes di wan de nemeşiyaye. Hewzê/birkê ku li navenda hewşê hatibû avakirin heta ber dev tije ax, kevir û toz e. Tevlî vî halî jî hinek xwediyên vê hewşa beyar, berê xwe didine hewşên xelkê. Mixabin meraqa hewşên xelkê di dilê wan de zîl daye. Ev xwexapandin e û ne tiştekî din e.

‘Erd ‘erdê me ye. Ax axa me ye û hewş hewşa mala me ye. Jiyan jî, di mala ku meriv di vê hewşê de derbas dibe. Divê ev rewşa neçê, li hewşa me were dûrxistin û hewş li ser hîmê xwe yî ‘esl were avakirin. Ji bo vê yekê jî biheysiyet xebat divê. Lewra di vê hewşa dîrokî de bi sedan darên weke Xanî, Cizîrî û Xelatî hatine çandin û bi her çar aliyê welêt ve şax berdane.  Li çanda ku wan ji bo me hiştine û li mîrata wan xwedî derketin, pêwistiyeke eşkere ye. Yan na di pêşerojê de, li hember dîrokê em sûcdar û tawanbar in. Weke gotina dawî em dikarin gotina Xanî ya ku di serî de me gotibû wiha şîrove bikin; “Vî zemanî herkes mîmarê zimanê xwe ye”.

Nûpelda bi kar û xebatên xwe ve destê xwe dixe binê vî karê pîroz û çi ji destê wê tê texsîr nake.
Belê xwendevanên hêja, me di vê hêjmarê de jî gelek xebatên bi rêk û pêk amade kirine. Nivîsên cûr bi cûr di nava rûpelên kovarê de cih girtine. Weke her hêjmarê, di vê hêjmarê de jî hinek qelemên nû hene. Nivîskarên kovarê ro bir ro zêde dibin. Em bi vêya jî şanaz in. Bi rastî gelek nivîs û helbest gihiştine me, lê mixabin em ê bi carekê nikaribin wan tevan biweşînin. Ji ber vê yekê, hinek nivîs û helbestên hêja –ji ber ku rûpelên kovarê bi sînor in- di vê hêjmarê de nehatin weşandin. Nêta me ev e ku em ê di hêjmarên pêşerojê de wan jî biweşînin. Em sipasdar in ji bo pêwendiyên hemû nivîskarên xwe.
Heta hejmareke din bimînin di xêr û xweşiyê de…

m. zahir ertekin
Navnişan

Back to top button