Hejmara Kurda li rojavayê Kurdistanê 2 milyon 500 hezar e. Di çarçoveya tixûbên fermî yê Suriyê de, hejmara Kurda ji % 12 ye.

Piştî parçekirina Kurdistanê û xwekişandina fransiyan ji rêvebiriya Suriyê, erebên nasyonalîst hatin ser hikûm. Di sale 60 î de, di çarçoveya projeya “Kembera Erebî” qonaxa jihevdurxistina (sînoran) kurdên bakur û rojava dest pê kir. Biryara 10 km valakirina ser herdu sînoran hate rojevê û mafê lêkirina xaniyan û çandiniyê hate sînorkirin. Paşê, bi dekrêta 49 an ya serokomarê Suriyê rêya çandiyê û kirêkirin, firotin, kirîn û lêkirina malûmilka xiste bin kontrolê. Sînorkirina çandînî, lêkirinê û zextên rejîmê rê ji bo hejarbûn û koçberiyê vekir. Hejmarek mezin ji Kurda bûne koçer û li derûdora Şam û Helebê di konan de bi cî bûn.

Bi heman projeya nijadperest ya Beasiyên Suriyê, 300 hezar Kurd li ser xaka xwe, bê hemwelatî û biyanî (kitim) hatin hejmartin.

Ji ber bêhemwelatî, kitim hiştin û encama dekrêta 49 an bi hezaran zarokên Kurda, ji “peymana navnetewî ji bo mafê zarokan” bêpar hatine hiştin. Mafê zarokan yê sihetê û perwerdê nayê nasîn.

Zexta rejîma Suriyê li dijî Kurda bi xurtî didome. Di 24 çileya paşîn 2011 an de, dengbêjê Kurd Bavê Selah (Abdurahman Mihemed) ji aliyê hêzên ewlekariya Suriyê li Helebê, bi şêweyekî kêfî, bêyî sucê wî bê diyarkirin hate girtin. Bavê Selah nexweş e, şekirê wî hildikişe, bê derman û di mercên zindanê de dikare nexweşiya wî dijwartir bibe û rewşa wî giran bibe.

Em, dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK mina dezgeha ”Amnesty International” hizir dikin:

– Divê di zûtirîn wext cihê Bavê Selah bê diyarkirin û rê ji bo ziyareta malbata wî bê vekirin,
– Bavê Selah nexweş e û divê dermanê wî bê dayîn,
– Bavê Selah bê suc û divê bê şert û merc bê berdan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: