PolîtîkRojev

Amerîka naxwaze em ji nav opozîsyona Sûriyê vekişin!

Nûnerê ENSKê di Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) de Şelal Gedo, ragihand ku roja Pêncşema borî şandeke nûnerên ENKSê yên di Îtîlafê de bi berpirsê dosyeya Sûriyê di Wezareta Derve ya Tirkiyê û cîgera wî re civiyane û binpêkirinên çekdaran li Efrînê û komkujiya êvara Newrozê li Cindirêsê axivî ne.

Nûnerê ENKSê li ser egera vekişîna ji nava Îtîlafê diyar kir ku di çend rojên derbasbûyî de hejmarek civîn bi wezaretên derve yên Amêrîka û Fransayê re hatine kirin û Amerîka naxwaze ENKS ji Itîlafê vekişe, ji ber ku vê yekê di berjewendiya rêjîma Sûriyê de dibîne.

Şelal Gedo da xuyakirin ku wan ji aliyê Tirkiyê re gotiye, ev komkujî ji ber sedemên nijadperestî hatiye kirin û bandora vê komkujiyê li ser yekîtiya opozîsyona Sûriyê jî heye.

Gedo da zanîn, şanda ENSKê di civînê de daxwaza dadgehkirina tawanbarên komkujiya Cindirêsê li dadgehên Tirkiyê kir, ji ber baweriya ENKSê bi sazî û dadgehên li herêmên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de nîne. Şanda Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ji wan re gotiye, ew rewşa Efrînê û kiryarên çekdaran ji nêzîk ve dişopînin.

Şelala Gedo ji K24ê re li ser pirsa dadgehkirina tawanbarên komkujiya Cindirêsê li dadgeheke navdewletî daye xuyakirin: “Amerîkiyan ji me re got ku ev yek gelekî zehmet e.”

Şelal Gedo da zanîn ku heta niha 4 tawanbarên komkujiya Cindirêsê hatine desteserkirin û hîn 2 tawanbar nehatine desteserkirin û proseya lêgerîna li wan berdewam e.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de bal kişande ser wê yekê, wan bi aliyê Tirkiyê re tekez kirine ku divê planek ji bo vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî li ser cih û warên xwe bê danîn û helwesta aliyê Tirkî jî di vê derbarê de erênî bû.

Şelal Gedo got: “Me ji aliyê Tirkiyê xwest jî ku sînorek ji binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve li hember xelkê Efrîn û Cindirêsê tên kirin, bê danîn.”

Back to top button