CivakRojev

Karsazekî Kurd li Stenbolê hat revandin

Karsazê Kurd Zeki Oğuz, ku li Almanyayê dijî û şirîkê xwaringehek ya li Taksîma Stenbolê ye, hefteya borî hatibû Stenbolê. Karsazê Kurd Zeki Oguz, roja ku hat li Kemerburgaz Göktürk a Stenbolê winda bû. Xizmên ku nekarîn xwe bigihînin Oguz serî li midûriyeta polîsan dan.

Beriya windabûna Oguz dîmenên kamerayên ewlehîyê yên bazarên derdorê hatin şopandin. Di dîmenan de tê dîtin ku Oguz dema ji sûkê derdikeve ji alîyê 9 kesan ve bi zorê li trimpêlê tê siwarkirin.

Parêzer Abdurrahman Karabulut ê ku xizmê karsazê Kurd e, îdia kir ku Oguz ji alîyê “hêzên dewleta kûr” ve hatiye revandin. Karabulut dîmenên kameraya ewlehîyê ya revandina Zekî Oguz li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir û wiha axivî:

“Welatîyê Alman Zeki Oğuz 10 roj berê li Stenbolê hat revandin. Heta niha jî xebera me ji Zeki Oğuz tuneye. Li gor agahiyên ku me bi dest xistine, di destê hêzên dewleta kûr de ye”.

Back to top button