Nivîsar

Evîniya parlementoyê û Kurd!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rojev hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye ye. Her aliyek siyasî xwe li gora vê yekê amade dike, bi hezaran kes ji bo bikevin parlementoyê de , di nava hewldana de ne. 

Ev hilbijartin ji bo Kurda çikas girînge û dê ji bo Kurda çi bê guhertin ,baştir dibe yan xirabtir dibe, ne zelal e. Ji ber ku di bernameya tu aliyekî de ji bo Kurda tiştek zelal tuneye. 

Desthilat hewldide desthilata xwe bi awayekî biparêze û muxalefeta heyî jî, hewldide bibe desthilat. Rojane rapirsîn têne li darxistin û li gora wê jî hewldidin têbigihin ku ka rewş ji berjewendiya kijan aliyekî de ye.

Ji bo Kurda tiştek tuneye. Dema mirov di pencereya Kurdan de li rewşa heyî dinirxîne, rewşa Kurda ne başe û aliyên siyasî ku îdia dikin bi navê Kurda tevdigerin ne xwediyê helwestek bi istikrarin. Mixabin evîniya ketina parlementoyê siha xwe berdaye ser her tiştekî û ev yek jî dibe sedemê bê helwestiyê.

Gelek eşkereye ku, Qendil û CHPê li hevkiriye û dê serokkomariyê de HDP pişgiriya Kemal KIliçdaroglu bike. Tu peymanek eşkere di navbera CHPê û HDPê de naxweyê. Ji xwe  di van hilbijartinan de HDP tenê bê deng fermana Qendîl bi cih tîne. Qendil  pişgiriya xwe  ji berî berpirsên HDPê gavekî bavêjin ji bo Kiliçdaroglu dan xûyakirin.  Di navbera Qendil û Tifaqa Millet de peymanek nehînî çêbûye. Gelo Qendil çi ji Tifaqa Millet xwestiye nayê zanîn. Lê ev pirs tê kirin û muxatabê vê pirsê jî tuneye.

Hinek partiyên kaşo bi navê Kurda tevdigerin û tu bingehek wan tuneye li ber deriyê HDPê nobetê digirin  ji bo HDP cihê parlementerekî bide wan. Lê dixweyê lîsta HDPê wek her carî ji Qendîl tê destnîşan kirin û dê piranî çepên Tirkan bê jî. 

Gelek cara hatiye gotin : Ji bo çi bi dengê Kurda çepên Tirk dibin parlementer? Armanc ji vê yekê çiye? Bersiva van pirsa hesanî û vekiriye, lê ya girîng ewe ku ewên dengê xwe didin HDPê yan jî partiya Qendil destnişan dike bikaribin bersiva van pirsan bidin.

Niha Qendil wek bi navê Partiya Çepa Kesk dikeve hilbijartina. Navê partiyên Qendil çibe rewş wek hev e. Navê partiyên qendil, HDP be,Partiya Çep a Kesk be tu wateya wê tuneye. 

Ji aliyek din ve mixabin Kurda nekarî platformek netewî Kurdistanî ava bikin. Eger di van hilbijartina de palatformek netewî Kurdistanî bihata avakirin, dê bikarbûna dema propagandeyê de kêmasî rastiya pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê bidan xûyakirin. Dê hindikbêya jî bikaribîna rê li ber îstismarkirina Kurda bi navê Kurdeyatiyê bigirtan. 

Wek gelek cara hatî gotin, em cardin dubare sêbare dikin ku, pîvan destxistina mafên netewî yên rewa yê milletê Kurd de. Dema ev pîvan vekirî ji aliyê partiyên Kurdan ve bêku hesabên basît bikin bingeh bê girtin, Kurd dikarin gelek tişta bikin, dengê rastiya Kurda bighînin û roj bi roj ber bi rewşek baştir ve biçin.

2.4.2023

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button