Amerîka ji bo Kurdan razî bike Malikî ji postê wî dûr dike

Hat zanîn ku Amerîka helwêsta xwe guhertiye û ji bo Kurd şensekî din bidin İraqê biryar daye Nûrî Malikî careke din nebe serokwezîr.

Helwêsta Amerîka ya niha cuda yê ji ya meha borî dema Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry serdana İraqê û Herêma Kurdistanê kiribû gotibû; ‘’Li pêşiya mafê serxwebûnê yê Kurdistanê dibin asten lê belê tenê mercek heye.’‘

Roja Pêncşema borî Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê İraqê Brett McGurk ligel şandekê serdana Hewlêrê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Hat zanîn ku piştre Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi telefonê ligel Barzanî axifî û biryara dawî ya Amerîkayê gehande Barzanî.

Li gor agahiyên BasNewsê, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve John Kerry qala wê yekê kirine ku li ba Amerîkayê dema Malikî bi dawî bûye û divê aliyên Şîe namzetekî din destnîşan bikin. Li gor heman agahiyên ku ji çavkaniyeke taybet hatine wergirtin, dema Malikî qediya ye û divê aliyên Şîe namzetekî din li şûna Malikî deynin ku bikaribe ligel Suneyan pêk were û di heman demê de DAİŞ ji wan navçeyan were derxistin ku niha dagîr kirine.

Heman çavkaniyê da zanîn ku daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine ku derfeteke din bidin Bexdayê û eger zanîn ku tu sûdeke wê nîne, wê demê Kurd çawa biryarê li ser çarenivîsa xwe didin azad in û Amerîka jî tu astengiyan dernaxîne her çi biryarek were dayîn.

Nerîna min :