Cîhan

Amerîka: Îran 360 karên terorîstî li 40 welatan encam daye

Wezareta Derveyê Amerîka raporeke bi navê teror û çalakiyên terorîstiyên Îranê li derveyê welat belav kiriye û têda balkişandine li ser hewlên Îranê li serdema şoreşa 1979 ve hatiye kirin.

Raporê de behsa ewe dike di dema cêgîr bûn û Komara Îslamiya Îranê hate ser kar, ew rejîm li 40 welatên cîhanê mijulî teror, bernamerêjiya terorê û çalakiyên terorîstî bûye û berpirsên rejîma Îranê ragihandiye dijberên xwe yên li welatên din jî bêbandor dikin.

Li gor raporê ew teror û êrîş netenê li rêya Artêşa Qudis ya Artêşa Pasdaran û Wezareta Îtlaat ve, belku li rêya kesên sêyem û grûpên hevparên wekî Hîzbullah ve hatine encamdan. Wezareta Derveya Amerîka gotiye: Karên dîplomatîkên Îranê û welatên din çendîn caran li terorên derveyê wî welatî de beşdariyê kirine ku ewe li biryara dest bi serkiriyan, lêkolînên polîs û her wiha raporên îtlaatiyan û bi dîtina şahîdan ve bi tevahî xûyaye.

Wezareta Derve li vê raporê da behsa sê Îraniyên li bin lêkolînê de kir. Muhsîn Rebanî û Ehmed Reza Esxerî bi tawanên teqîna sala 1994 ya Navenda Cihuyên Arjantînê û her wiha Esedulla Esedî Endamê Balyozxaneya Îran li Utrîş ku niha li girtîxaneyekê Utrîş hatiye desteser kirin û çaverêya dadgahîkirinê ye. Ev kes tawanbarin ku hewl dane maddeya teqînê ji bo danîna civîna grûpeke dijberên Îranê peyda bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button