Civak

Daîş li Kerkûk û Diyale 2.280 donim zeviyên bi genim şewitand

Berpirsên Kerkûk û Diyale îro şemî ragihand, ji aliyê terorîstên ser bi rêxistina Da’îş ve îsal dû hezar û 280 donim zeviyên genimê hatine şewitandin. Rakan Cibûrî Parêzgerê Kerkûkê bi wekalet li daxuyaniyeke rojnamevanî da ragihandiye 16 haletên agirketinê li navçeyên dewrûbera Kerkûkê hatiye tomar kirin ku hezar û 124 donim zeviyên dexl û dan hatine şewitandin.

Her wiha daxwazê kir tîmên berevaniya şaristaniyê hewlên zêdetir didin ji bo berevanîkirina zêdebûna ziyanên agirketinê û eşkere jî kir, zêdetirê agirpêketinê li ‌şevan da hatine encamdan û nebûna hêzên emnî li navçeyên deştayiyan ji aliyê terorîstên Da’îş ve bi derfet tê dîtin û tê şewitandin.

Ji aliyeke din ve Mihemed Mendelawî Birêveberê Ragihandina Çandina Diyale ragihand: Li encama wan agirên îsal da li tixûbên parêzgeha Diyale hezar û 156 donim zeviyên genimê hatine şewitandin. Bi vê sedemê jî ziyana bi milyonan dînar bi cotkarên parêzgehê ketiye. Balkişand li ser wê yekê ku hemahengiyê li gel hêzên emnî kirine bo ku pêşiya her rûdaneke agirketinê bigrin û rêgir jî bin li dema pêketina agir de ziyanên wan zêde bibin.

Back to top button