Ali Bulaç, misilmanên Tirk û Xwedê wijdanê bide wan
Nivîsarek xwe de behsa zalimiya Îsraelê dike. Statîstîkên şerê Ereb-Îsrael dide der.
Wiha dibêje:
– Ji sala 1948 ku Îsrael hatiye damezirandin heya niha 700 hezar Filistînî hatine koçberkirin. Ango Îsraelê bi darê zorê ev kesana ji axa xwe daye derxistin.
– Serokê saziya koçberên Cihû yê sala 1940ê gotiye “li ser vê xakê du gel zêde ne, Ereb divê werin derxistin”.
– Sala 1946ê de komkujiyek mezin hatiye lidarxistin. Bi fermana Moşe Dayan Cihû dikevin gundek û 576 kesan dikujin.
– Di qetlîamek din de ku birêveberiya wê Menahem Begîn kiriye, 91 kes li Hotela Key Dawid de jiyana xwe jidest didin.
– Arîel Şaron sala 1953 60 kesan dide kujtin. Sala 1982 li Şatila ya Libnanê di ser de li dora 600 kesan ji herdu aliyan jiyana xwe jidest didin.
– 75 hezar xaniyên Filistiniyan hatine rûxandin. 17.836 dikanên Filistîniyan ziyan dîtiye yan hatine rûxandin.
– 359 dibistanên Filistiniyan ji şer ziyan dîtine.
– 21 mizgeft ziyan dîtine.
– 8.829 otomobîl ziyan dîtine.
– 200 hezar darên fêkiyan hatine rûxandin.
Bêînsafno, ev jî statîstîkên ku we misilmanan bi me kiriye ne:
– Di bernameya Enfalan de Saddam 200 hezar Kurd da windakirin, kujt.
– Çeka kîmyayî bikaranî û li Helebceyê genosîd kir, 5.000 mirov mirin.
– Di Terteleya Şêx Seîd de herî kêm 20 hezar Kurd hatin kujtin.
– Li Dêrsimê 70 yan 90 hezar Kurd.
– Li Geliyê Zîlan herî kêm 20 hezar.
– Tenê di şerê PKK û Romê de 40 hezar Kurd ku pirraniya wan sîvîl bûn jiyana xwe jidest dan.
– Bi statîstîkên fermî yên Romê 17.500 kes hatine windakirin.
– Bi statîstîkên fermî 3.500 gundên Kurdan hatiye rûxandin.
– Bi statîstîkên fermî zêdetirî 4 Milyon Kurd ji Kurdistanê hatine dûrxistin.
– Seranser daristanên Kurdistanê, bax û rez hatine rûxandin.
– Bi dehan mizgeftên Kurdistanê zîyan dîtine.
– Ê Filistiniyan 75 hezar xaniyan ziyan dîtine, ka hûn 3.500 gundan, kêm-zêde ji 50 xaniyan hesan bikin dike çi. Dike 175.000 xanî. Em behsa Dersimê, komkujiyên din bikin hejmar dibe bi milyonan.
– Zimanê Kurdî, dibistanên Kurdî, perwerdeya bi Kurdî bi tevayî hat qedexekirin. Îsraeliyan kengî Erebî qedexe kiriye? Kengî hebûna Filistiniyan înkar kiriye.
Em qet dirêj nekin. Em û hûn ne ji yek dînekê ne. Em misilman in, hûn Tirk-Îslam in. Em ne birayên olî ne.
Hûn derewkar in. Xwedê ji derewkaran hez nake.
Hûn li cem zaliman in, Xwedê ji zaliman hez nake.
Hûn ne misilman, Tirk-Îslam in. Ola we ji we re, ya me ji me re.
Îsrael sed carî ji we demokrattir e ji dewletên we. Cihû sed carî bi remhtir in ji we. Îsrael sed carî hûmanîsttir e ji we.
21ê gulanê 2011
Bavê Îsmaîl
(Nasname)