Rojên Belgefîlma li Stenbolê fîlmên kurdî
Di Documentarist Rojên Belgefîlma a Stenbolê de fîlmên kurdî jî têde ji 40 welatan 80 fîlm hene. Belgefîlmê “Rewşen”ê jî di Documanteristê de du caran tê nîşandayîn.
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documanterist îsal 4’emîn car li dar dikeve. Di Documanteristê de ji Tirkiye û welatên din ên dinyayê tenê belgefîlm têne nîşandayîn. Çalakiya ku pêşengiya wê belgefîlmkar Emel Çelebi û Necati Sonmez dikin, belgefîlmên ji Tirkiyeyê ji aliyê SİYAD’ê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) ve ji bo Documentaristê têne hilbijartin. Çalakî îsal di navbera 31’ê gulanê û 5’ê pûşperê de li dar dikeve û têde ji 40 welatî 80 fîlm têne nîşandayîn û ji van welatan 40 kes jî wekî mêvan tên.
Îsal di bin navê ‘Dinyaya ku me têk bir’, ‘Dîmenên mirovan: Portre’, ‘Panaromaya navneteweyî’, ‘Serdema Post-Komunîzm’, ‘Focus Romanya’, ‘Ji Cîhana Ereban’, ‘Antropolojî-Belgefîlm’, ‘Fîlmên Muzîkê’ têne nîşandayîn. Belgefîlmên ji Tirkiyeyê ku SİYAD’ê bi xwe hilbijartine jî di bin navê ‘Hilbijêra Siyadê’, ‘Panaromaya Tirkiyeyê’ de belgefîlm têne nîşandayîn.
Hilbijêra Helena Trestikova û dersa sînemayê
Yek ji belgefîlmkarên navdar sînemagera çekî Helena Trestikova dibe mêvana festîvalê. Hilbijêreke ji fîlmên derhênera navdar dê bêne nîşandayîn. Belgefîlmê wê “Rene” ku di 20 salan de kişandina wê dom kiriye û di Akademiya Fîlman a Ewropayê de xelata “Belgeselê Herî Serketî” jî têde gelek belgefîlmên wê têne nîşandayîn. “Katka”, “Hîtler, Stalîn û Ez”, “Çîroka Carmen”, “Çîroka Zewacê: Zuzana û Stanislav” û “Piştî Bîst Salan Çîroka Zewacê: Zuzana Stanislav” (Ev belgefîlm li ser piştî 20 salên zewaca wan ku serdema 20 salan tîne ziman hatiye kişandin) hin belgefîlmên Trestikova ne ku di Documanteristê de derdikevin pêşberî temaşevanan. Her wiha Helena Trestikova dê 4’ê pûşperê derseke li ser sînemayê jî bide eleqedaran.
Belgefîlmên antropologekî
Ji Kanadayê Asen Balikci yek ji anropologê girîng e ku ji pêşengên antropologiya dîtbarî ye ku wî ji Alaska heta Bulgaristanê li gelek erdnîgariyan fîlm kişandine. Ev belgefîlmên wî niha tên Documentaristê. “Di Kampa Cemedê ya Behrê de Zivistan”, “Meheke di Jiyana Ephtim D. De” hin belgefîlmên wî ne. Asen Balikci di heman demê de roja 3’yê pûşperê dê dê tevî komek belgefîlmkarî atolyeyeke li dar bixe.
Hin belgefîlmên derdikevin pêş
Belgefîlmê Erik Gandini “Videocracy” ku li ser Silvio Berlusconî ye ku ew dixwazi li Îtalyayê medyayê bigire bin destê xwe hatiye kişandin. Belgefîlm di Festîvalan Fîlman a Venedîkê de gelek nîqaş bi xwe re anî.
Belgefîlmê Andrei Ujica “Otobiyografiya Nikolay Çavuşesku” ku par di Festîvala Fîlman a Cannesê de di beşa fermî de hat nîşandayîn (oto)portroyeke dîktatorî ya zilamek nîşan dide. Belgefîlmê bi navê “Êşa tel a azadiyê” ku li ser lehenga çapemeniyê Anna Politkovskaya hatiye kişandin dê bê nîşandayîn. Anna Politkovskaya li Rusyayê rojnamegereke muxalîf bû ku hate kuştin. Di vê serdema ku li dinyayê, bi taybetî jî li Tirkiyeyê nîqaşa azadiya ji bo çapemeniyê tê kirin de belgefîlm mînakek berbiçav pêşkêş dike.
Belgefîlmê Aleksandru Solomon “Kapîtalîzm: Formula Pêşxistî” li ser jiyana çend karsazan re rewşa piştî guherîna rejimê ya li Romanyayê ya sala 1989’an nîşan dide.
Belgefîlmê Allan Sekula & Noel Burch yek ji wan belgefîlman e ku divê miheqeq bê temaşekirin, bi taybetî jî piştî nîpaşa “Kanalİstanbul”a ku niha di nîqaşê de ye balê wê bikişîne ser xwe.
“Qada Zanîngehê” yê Stelian Tănase û Sorin Iliesiu çîroka serhildana piştî dardekirina Çavuşesku pêşkêş dike. Piştî Nikolay Çavuşesku ji ser kar hat girtin muxalîf li Qada Zanîngeha li Bukreşê tên ba hev bi hevteyan çalakî li dar dixin, îdîa dikin ku rejiya heyî berdewama ya berê ye.
Belgefîlmên ji Tirkiyeyê û yên kurdan
Di nav belgefîlmên ji Tirkiyeyê de ku SİYAD’ê ew hilbijartine jî nêzî 30 belgefîlmî hene. “Anadolu’nun Son Goçerleri: Sarikeçililer” (Der. Yuksel Aksu), “Oglunuz Erdal” (Der. Tunç Erenkuş), “Uç Mevsim Bir Omur Karadeniz Yaylalari” (Der. Murat Erun), “…Goç” (Der. Mehmet Ozgur Candan) hin ji wan belgefîlman in.
Her wiha belgefîlmên ku derhêneriya wan derhênerên kurd kirine jî di Documentaristê de têne nîşandayîn.
Yek ji wan belgefîlmê Cemil Oguz “Rewşen” e. “Rewşen” ji salên 90’î heta 2000’î rewşa Rewşenê, zimanê kurdî, nivîskariya wê demê, pêre jî bûyerên girîng ên van salan nîşan dide 2011’an de hatiye kişandin û berî Documentaristê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û di Rojên Belgefîlman a Egeyê de hat nîşandayîn. “Rewşen” roja 4’ê pûşperê saet 12.00’an de li Navenda Çanda Fransiz, roja 5’ê pûşperê jî saet 14.00’an de li Salona Cezayîrê tê nîşandayîn.
Her wiha ji derhênerên kurd belgefîlmê Aziz Çapkurt “Diya Min Aştî dixwaze”, yê Murat Ozçelik “Olucanlar”, yê Sabite Kaya “Bedensiz Ruhlar”, yê “Fatin Kanat “Helebce, Hêviya bê Dawî”, yê Ozan Munzur “Jiare” jî hene.
Fîlmên Documentaristê li Akbank Sanat, Navenda Çanda Fransiz, Muzeya Perayê, Salona Cezayîrê, Sismanoglio Megaro û li Enstîtuya Lêkolînên Anadolu Fransizê (IFEA) têne nîşandayîn û bilêtên belgefîlman jî bi 4 TL’yî (li MyBilet û li salonên sînemayan) têne firotin.
Jêder: Diyarname