Turk: Sebir û baweriya min nema

Mêrdîn: Hevserokê BDPê yê berê û namzedê serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk di hevpeyvîneke taybet de bo Rûdawê rewşa dawî ya Kurdistan û Tirkiyê nirxand û got:
– Baweriya min nemaye ku dewlet pirsa kurd bi rêyên aştiyane careser bike.
Turk ragihand ku serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan her dem dîktatorên cîhana Ereb rexne dike û got:
– Lê zextên ku ew dîktator li ser gelê xwe nakin, Erdogan jî li se gelê kurd dike.
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk da zanîn ku pakêta AKP`ê ya bi navê vebûna demokratîk pakêtek vala derket û got siyaseta AKP`ê ya derbarê kurdan xapandin e. Turk, hevdîtinên li Girava Îmraliyê yên bi serokê PKK`ê Abdullah Ocalan re tên kirin jî wek manevra û helwestên dem derbasbûnê binav kir û wiha axivî:
– Kurd di wê baweriyê de ne ku dewlet beriya hilbijartinê dixwaze reaksiyonên kurdan nerm bike, demê pê derbas bike û bi wan re hêviyek çê bike, bi Ocalan re li Îmraliyê diaxivin. Herwesa gel li benda encamên hevdîtinê jî disekine. Lê ti tiştek dernakeve. Di şûna gavên demokratîk û niyêtên baş de li bajaran hevalên me tên girtin û li çiyayan li dijî gerîllayên bê çalak operasyonên dijwar tên kirin. Vê jî hem baweriya min, hem baweriya gel şikand.
Ahmet Turk qet ne bawer e ku niyeta AKP`ê û ya dewletê hebe ku di demeke nêzîk de pirsgirêka kurd di parlamentoyê de çareser bikin. Derbarê çalakiyên neguhdariya sivîl û rolê parlamentoyê de Turk wiha axivî:
– Ji aliyekî ve ji kurdan re dibêjin dev ji çekan berdin û li aliyê din jî tehemûlê ti çalakiyekî gel a demokratîk nakin. Wê pirsgirêk çawa bê çareserkirin? Em niha dixwazin herin parlamentoyê, ji ber ku em wê derê wek cihê çareseriyê dibînin, ne ku em dixwazin herin û rûnên. Lê eger hûn pêşî li hemû rêyên demokratîk bigirin, hûn ê rol û wateya parlamentoyê jî ji holê rakin.
“Erdogan dîktatorê herî mezin e.”
Derbarê atmosfera hilbijartinê de jî Turk da zanîn ku AKP bi hemû derfetên dewletê li Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dimeşîne û ji wan re jî astengiyan derdixe. Turk gotinên serokwezîrê tirk Erdogan ên derbarê dîktatorên Ereb jî bibîrxist û got:
– Dibêje ku serokê Libyayê, Misrê û Tunûsê dictator in, zextan li gelê xwe dikin. Lê ew çi dike? Bi sedan rewşenbîrên kurd û tirk xistiye zindanê, tenê di meh û nivê dawî de 900 endam û alîgirên partiya me xist bin çavan. Ev dîktatoriya herî mezin e.
Ahmet Turk di dawiya axaftina xwe de operasyonên li dijî gel li bajaran û li dijî gerîlla li çiyayan bibîrxist û got:
– Hemû rêyên demokratîk û aştiyana girtine. Ez bi xwe kesekî zêde aştîxwaz im, min her tim bi hêviyeke mezin li pêşeroja Tirkiyê mêze kiriye û her tim daxwaziya aştî, biratî û demokrasiyê kiriye. Rêyên aştîxwaz ji bo min rêbazên siyasî yên bingehîn in. Lê bi rastî êdî bi min re jî ne ew sebir maye û ne jî bawerî maye ku dewlet û AKP pirsgirêka Kurd bixwazin çareser bikin. Mixabin ez dilsoziyeke wisa nabînim. Eger ev sebir bi min re nema be, ka hûn bifikirin hestên xortekî 20 salî niha çawa ne.