Polîtîk

Amadekariyên pêşwazîkirina penaberên kurdên rojava

Hewlêr: Rêveberiya koç û koçberan a girêdayî wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihokê diyar kir ku ew niha bi amadekariyan ve mijûl in ku karibin pêşwazîkirina bi hezaran penaberan bikin ku dibe di pêşerojek nêzîk de ji tirsa tolhildana rejîma Sûriye ji navçeyên rojavayê Kurdistanê bên herêma Kurdistanê.

Ligel lezbûna bûyerên li Sûriye û zêdebûna binpêkirinên li dijî xwepêşanderan, pêla revîna rûniştvanan, bi taybet jî ji navçeyên rojavayê Sûriyê ber bi xaka Libnan ve, herwiha ji navçeyên başûr ber bi Urdun û ji bakûr jî ber bi Tirkiyê ve bi awayek dramatik ber bi zêdebûnê ve diçe.
Ev pêla penaberbûnê destpêkê ji sinorê parêzgeha Der’a ber bi xaka Urdunê ve dest pê kir. Dawiya heftiya borî, bi taybet jî li sinorê parêzgeha Humis ku bi hêzên leşkerî hatibû dorpêçkirin û ji aliyê leşkeran ve bi awayek dorpêçkirî bombe baran dikirin, bi awayek berçav ber bi bakûrê Libanê ve zêde bûye. Ew jî zêdetir cihê dûdiliyê ye ku hêzên artêşê çavdêriyên hûr xistîn ser navçeyên sinor û tenê jin, zarok û pîr dikarin li wê derê re derbas bibin.
Hikûmeta Tirkiyê ji bakûr ve wekî amadekariyek ji bo pêşwazîkirina li pêla penaberan, bi taybet jî ku ji Qamîşlo, Amûde û Dirbespiyê rûbide, gelek çadir amade kirine. Li Herêma Kurdistanê jî parêzgeha Duhokê ligel navçeyên rojavayê Kurdistanê hevsinore, ji bo wê yekê jî dibe ku ligel dijwarbûna pêngava tolhildana rejîma Sûriye pêlek penaber berê xwe bidin herêma Kurdistanê.

Rêveberê fermangeha koç û koçberan yê Dihokê Mihemed Ebdullah Hemo ji Rûdawê re diyar kir ku ji despêka bûyerên li Sûriye ve, wan amadekariyên xwe kirine û aliyên têkildar ji egerê hatina penaberan agahdar kirine. Hemo got:

– Me ligel komîsyona bilind a karûbarên penaberan a Neteweyên Yekbûyî UNHCR’ê serdana navçeyên ser sinor kir, ji bo bikarin bi awayek baş pêşwaziyê li penaberan bikin. Herwisa me daxwaz ji parêzgeha Dihokê jî kir ku bi awayek lezûbez nîv milyar dînar ji bo amadekirina komgeh û dagirtina kêmasiyan veqetêne.

Rêveberê koç û koçberên parêzgeha Dihokê da zanîn ku ew texmîn dikin pêleka penaberan bên, bi taybet jî penaberên urd û xiristiyanî. Lê “Me heya niha pêşwazî li ti penaberan nekiriye û kes derbazî sinorê me nebûye.”

Heftiya borî jî parlementerekî brîtanî yê parlementoya Ewrûpayê, Struan Stevenson (Girêdayî Grûba Parêzgarên Reformxwaz) ji bo Herêma Kurdistanê bangewaziyek bo lihewarçûnê belav kir. Stevenson bi serokatiya şandek parlementerên Ewrûpa serdana Îraq û Herêma Kurdistanê kir. Wî bi bîr anî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên borî de bûye stargeha bi hezaran penaberên Ereb û Xiristiyanên navçeyên navîn û başûrê Îraqê û hêjî beşek zêde ji wan penaberan vegeriyane.

Back to top button