Li Sûrî hêjmara kuştiyan giha 40 kesî
Li gora çalakvanên mafên mirovan, hêzên ewledarîya Sûrî yên li Humis, dora Şamê û Idlibê, êrîşî behîdarên karwana termên kuştîyên Îna Azad kirin û 26 kes kuştin..
Çalakvanê mafê mirovan, Rezan Zeytone ji AFP re ragihand, ku hêzên ewledarîya Sûrî êrîş birin li ser kesên ku kuştiyên Îna Azad di gorristana Til Elnesir de binax dikrin û di encamê de 12 kes hatin kuştin.
Heweweha li paytextê Sûrî li Şamê kolana Sebqe ya ku dikeve bakurê bajêr, hêzên ewledarîyê xwepêşandarek kuştin.
Ji alîyekî din ve serokê rêxistina Niştimanî ya mefê mirovan li Sûrîya Emar Elqurebî ji AFP re ragihand, ku rejîma Sûrîya hêzên dijwar û guleyên zindî li dijî xwepêşanderan bikar tînin û her li ser evê rêzbazê jî berdewam e.
Emar Elqurebî got ku, nêzikî 26 kes li bajarê Idlîbê,13 kes li bajarê Humsê û yek li bajarê Dêrezorê li ser destê hêzên ewledarîyê hatin e kuştin.