
Rojevakurd pirsî û Îbrahim Guçlu bersiv da. Guçlu dibêje : Ala ya Kurdistanê, hemû nirx û hêjayiyên miletê me di laşê xwe de dicivîne.Rojevakurd:Alaya Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane. Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e. Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin? Îbrahim GuçluHEGER HÊZEK/PARTIYEK/RÊXISTİNEK Û KESEK NASYONALÎST NEBE Û ÎDEOLOJIYA XWE DI SER HER HEJAYIYÊN MILETÊ XWE RE BIGRE, JI ALA XWE RE JÎ DIJMINITÎ DIKE… Her civat û gel di dîrokên xwe de her dem pêş ketin. Her rojekê, her saetekê, her mehekê, her salekê hêjayî û nirxên nû qezenç kirin. Bi vî awayî kamil bûn û têgihîştin. Di merhelaya miletbûnê de hêjayî û nirxên civatan hîn dewlementir bûn, qerekterek, normek/formateke nû qezenç kirin. Di merhelaya miletbûnê de, dewletên milî ava bûn. Milet, di vê merheleyê de him bi nirx û hêjayiyên civata xwe, him jî bi nirx û bi hêjayî û bi sembol û bi qerektera dewletên xwe hatin nas kirin.Her miletek, di destpêkê de ji însanan pêk tê. Dema ku însan nebe Milet nabe. Milet, xwediyê erdekî û axekê ye. Ji bona ku Milet pêk bê, divê însanên milet ava dikin zimanekî hevbeş bi kar bînin û li ser axeke hevbeş bi çandeke hevbeş bi hev re bijîn. Wê demê milet dibe xwediyê dîrokek û kevneşopiyeke hevbeş. Di heman dem de dibin xwediyê sembolekê û bi taybetî jî dibin xwediyê alakê. Ala miletekî, ji bona miletekî sembola en bilind, en girîng, en qedirbilind e.Miletbûn, di heman dem de ji nirx û hêjayiyên xwe re xwedî derketine. Dema ku însanên miletekî ji nirx û hêjayiyên xwe re xwedî dernekeve, nabe xwediyê şûura mîletbûnê. Wê demê jî ew mileta azad nabe, serxwebûna xwe nikare qezenç bike, dewleta xwe nikare ava bike. Di nav miletên dinyayê de nabe xwediyê rûmetekê. Qedirbilind jî nayê şirove kirin.Miletê kurd (miletê me) jî, di pêvajoyeke dirêj de çêbû û kamil bû. Miletê me, bi însanên xwe, bi axa xwe ya hevbeş, bi ziman û çanda xwe ya hevbeş, bi dîrok û kevneşopiya xwe ya hevbeş tê nas kirin. Miletê me jî, xwediyê sembolan e. Sembola û danasîna miletê me ya girîng, giranbûha, qedirbilind jî Ala me ye. Ala ya Kurdistanê, hemû nirx û hêjayiyên miletê me di laşê xwe de dicivîne. Ala ya Kurdistanê nîşana miletê û welatê me ye. Dema ku miletên din li Ala Kurdistanê mêze dikin, di destpêkê bi Ala ya Kurdistanê miletê me nas dikin.Ala ya Kurdistanê, wek her alake miletekî, namûs, rûmet û bextê miletê me ye.Divê em jî wek ferdekî kurd û ciwanên kurd jî, ji bona Ala ya Kurdistanê fedekar û têkoşer bin. Ji bona Ala ya Kurdistanê xwe fêda bikin. Di jiyana me ya tevgera milî de jî wusa bûye.Ala ya Kurdistanê gelek giranbûha ye. Divê her kurdek ji Ala ya Kurdistanê re li silav bisekine. Em Ala ya Kurdistanê bilind bikin. Di dilê xwe de veşerînin. Bajarên xwe, qesr û xaniyên xwe, kolanên xwe, salona civînên xwe, meydanê xwepêşandanên xwe bi Ala Ya Kurdistanê bixemilînin.Loma jî ji bona ku Ala ya Kurdistanê bê parastin, nekeve destê Dewleta Îranê Serokê Dewleta Kurdistanê ya Mehabasdê Qadi Mihemed Ala ya Kurdistanê teslîmî Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî dike. Ew jî ji bona ku Ala ya Kurdistanê biparêze sond dixe û dibêje “ ez heta nehatim kûştin, kesek û dijminek nikare Ala ya Kurdistanê ji min bigre û dîl bixe.”Ala ya Kurdistanê di vê merheleyê de bi awayekî fermî li Dewleta Federe ya Kurdistanê û di danûstandinên navneteweyî yên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvcan Barzanî de tê li dar xistin.HEGER MIROVEK Û DEZGEHEK (PARTÎ, RÊXİSTİN Û W.D), KURD NEBE, JI HEJIYEYÊN MILÎ YÊN KURD RE XWEDÎ DERNEKEVE. Wê demê Ji Ala ya Kurdistanê re jî xwedî dernekeve. Kurdbûna PKK/PYDê ji bona ku bi minaqeşeyê ye û ew xwe bi miletê kurd ne, bi îdeolojî û bi serok û partiya xwe, xwe didin nasîn, loma ji Ala ya Kurdistanê re dijminitî dikin. Sembolên xwe yên îdeolojîk di ser sembolên miletê kurd û Ala Ya Kurdistanê re digrin. Loma nahêlin ku Ala Ya Kurdistanê bê li dar xistin. PKK/PYD, ji vê yekê jî wêdatir, Ala ya Kurdistan bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. HEGER MIROVEK Û DEZGEHEK (PARTÎ, RÊXİSTİN Û W.D), KURDBÛNA XWE ÎNKAR BIKE, EW JI ALAYA KURDISTANÊ RE JÎ XWEDÎ DERNEKEKE. PKK/PYD, ji bona ku wek sûriyevîbûnê û Tirkiyevîbûnê xwe terîf dike. Loma jî, ji hêjayiyên miletê kurd û Ala ya Kurdistanê re xwedî dernekevin. Sembolên xwe yên îdeolojîk di ser sembolên miletê kurd û Ala Ya Kurdistanê re digrin. Loma nahêlin ku Ala Ya Kurdistanê bê li dar xistin. PKK/PYD, ji vê yekê jî wêdatir, Ala ya Kurdistanê bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. HEGER MIROVEK Û DEZGEHEK (PARTÎ, RÊXİSTİN Û W.D), ji miletê xwe hez neke, ji hêjayiyên milî yên miletê xwe re jî xwedî dernekeve û ji Ala xwe re jî dijminitî dike. PKK/PYD ji miletê kurd hez nake Sembolên xwe yên îdeolojîk di ser sembolên miletê kurd û Ala Ya Kurdistanê re digrin. Loma nahêlin ku Ala Ya Kurdistanê bê li dar xistin. PKK/PYD, ji vê yekê jî wêdatir, Ala ya Kurdistan bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. HEGER MIROVEK Û DEZGEHEK (PARTÎ, RÊXİSTİN Û W.D), ji hêjayiyên xwe yên milî, ji mirovên kurd, ji axa xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe hez neke, ji dîroka xwe ya milî re xwedî dernekeve, ji Ala ya Kurdistanê re xwedî dernekeve û dijminitî dike. PKK/PYD, mirovên kurd hez nake. Wan bi hêsanî dide kûştin û dikûje. Ziman û çanda kurdî ji bona wan wesîleya desthilatdariya wan ya hegemonîk û otorîter e. Ew naxwazin ku hêjayiyên miletê kurd desthilatdar bin û pêş bikevin. Ew hêjayiyên xwe di ser hêjayiyên milî yên kurd re digrin. Sembolên xwe yên îdeolojîk di ser sembolên miletê kurd û Ala Ya Kurdistanê re digrin. Loma nahêlin ku Ala Ya Kurdistanê bê li dar xistin. PKK/PYD, ji vê yekê jî wêdatir, Ala ya Kurdistan bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. HEGER MIROVEK Û DEZGEHEK (PARTÎ, RÊXİSTİN Û W.D), xizmetî dijminên xwe yên kolonyalîst bike, ji nirx û hejayiyên dijminên xwe re xwedî derdikeve, hêjayiyên milî yên miletê xwe binpê dike. Ala Ya Kurdistanê re jî dijminitî dike. PKK/PYD, bi destên dewletên kolonyalîst, wek rêxistineke operasyonel hatin ava kirin ku li dijî hemû hêjayiyên miletê kurd, li dijî tevgera milî ya Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê şer bike. Ew wezîfeya xwe jî baş pêk anî û hîn jî pêk tîne. Sembolên xwe yên îdeolojîk di ser sembolên miletê kurd û Ala Ya Kurdistanê re digrin. Loma nahêlin ku Ala Ya Kurdistanê bê li dar xistin. PKK/PYD, ji vê yekê jî wêdatir, Ala ya Kurdistan bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. HEGER MIROVEK Û DEZGEHEK (PARTÎ, RÊXİSTİN Û W.D), nasyonalîstê kurd nebe, kurdperwer nebe; îdeolojîparêz be, ji hêjayîyên milî yên kurd re xwedî dernekeve û dijminitî dike. Ji hêjayiya qedirbilind Ala Ya Kurdistanê re jî dijminitî dike. PKK/PYD, ji bona kıu dijminê nasyonalîzma kurd e, sembola nasyonalîzmê ya diyar jî, ji bona Ala ya Kurdistanê ye, jê re dijminitî dike. Ala ya Kurdistanê bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. Sembolên xwe yên îdeolojîk di ser sembolên miletê kurd û Ala Ya Kurdistanê re digrin. Loma nahêlin ku Ala Ya Kurdistanê bê li dar xistin. PKK/PYD, ji vê yekê jî wêdatir, Ala ya Kurdistan bin pê dikin, diçirînin, jê re bê hirmetî dikin. Amed, 21. 12. 2016 Îbrahîm GUÇLU