Eger bibe serokê Îranê piştevaniya Esed nake
Sadiq Zêbakelam ku, yek ji mezine rawêkarên Haşimî Refsincanî kandîndê serokatiya Îranê ye, di daxuyaniyekê de ew yek eşkere kir ku, eger Refsincanî di hilbijartinên meha bê de bo postê serokomariya Îranê bê hilinjartin dê piştevanî û alîkariyên Îranê bo Suriyeyê û Beşar Esed qut bike.
Zêbakelam ji ajnasa nûçeyan Faris News re got ku, welatên Rojava û Amerîka bixwekandîdkirina Haşimî Refsincanî bo postê serokomariya Îranê kêfxweş in.
Wî herwesa got ku, dewletên Kendawê û weletên din yên erebî jî pêşwazî li xwekandîdkirina Refsincanî dikin û li gor welatên erebî, eger Refsincanî bê hilbijartin dê rewşa hermî aramtir bibe.
Mezine şîretmendê Refsincanî di daxuyaniya xwe de dibêje ku, eger Refsincanî bibe serokomarê Îranê, dê Taran siyaseta xwe li hember Suriyeyê bigihere û dawiyê bi piştevanî û alîkarîkirina beşar Esed bîne ji ber”Suriyeye li ser dîwarê jinavçûnê ye û Refsincanî çarenivîsê Îranê bi yê Suriyeyê ve girê nade.”