Civak

Bernameyê geşepêdana şiyanan hat nirxandin

Komîteya bala ya geşepêdana şiyanan, îro li bajarê hewlêrê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya astengiyên ketine di rêya pêşveçûna bernameyê geşepêdana şiyanên gotûbêj kirin.

Di civînê de, çareserkirina pirsgirêka xwendekarên ku, pêştir navên wan bo beşdarîkirinê di bernameyê geşepêdana şiyanan de derketiye ku li dervey welêt xandina bala bixwînin û heta nuha dest bi xandinê nekirine  û çewaniya çareserkirina wê pirsgirêkê gotûbêj kir.

Herwesa di civînê de, çewaniya birêveçûna karûbarên kandîdadên vê dewreyê bo bernameyê geşepêdana şiyanan û hêsankirina miamileyên wan hat behis kirin û her du wezaretên xwendina bala û pilandananê hatin raspasrdin ku, bi zûtirîn dem ji bo îlankirina navê xwendekarên dewreya nû îlan bikin.

Civînê tekîd li ser çareserkirina kêmasiyan û nehêlana astengiyên di rêya pêşveçûna bernameyê geşepêdana şiyanan kir.
Beşdarên civînê tekîd li ser wê yekê kir ku, divê destnîşankirina xwendekaran bo bernameyê geşepêdana çiyanan li gor pêdawîstiyên herêma Kurdistanê be û giringî bi wan warên xandinê bê kirin yên ku îro bo bazarê herêma Kurdistanê û zanîngehên wê pêwîstin.

Weke tê zanîn bernameyê geşepêdana şiyanên pilaneke hikûmeta herêma Kurdistanê ku, li gor wê pilanê  hijmareke xwendekaran tên destnîşan kirin bi rêya bernameyê geşepêdana
Şiyanan li dervey wlêt li zanîngehên  navdarên cîhanê xwendina bala dixwînin.

Back to top button