Dosya

PKK hat û Îraq çû UN şikayet bike

Li gor rêkeftina navbera serokêzîndankiriyê PKK û hikûmeta Tirkiyeyê, yekem grûpa çekdarên PKKê duhî şefeqê gehişte başûrê Kurdistanê. Li hember vê pêngavê endamekê parlamentoya Îraqê dibêje ku, çênabe welatek bê hevahengî digel hikûmeta Îraqê neyarên xwe bi nav axa Îraqê bişîne.

Ebas Beyatî endamê parlamentoya Îraqê û endamê komisyona emniyetê, di daxuyaniyekê de ji radyoa Dice re dibêje:

       Partiya Karkerên Kurdistanê partiyeke siyasî û çekdarîya mezine û hebûna wê di nav axa Îraqê de dê encamên xerap jê çê bibin û hikûmeta federal a Îraqê vê yekê qebûl nake. Hikûmeta Îraqê bi tenê bi rêya kanalên mdeiyayê zaniye ku, çekdarên PKKê bo nav axa herêma Kurdistanê hatine.

Beyatî daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku, bi hev re vê meseleya hesas çareser bikin ji ber ku, dê tesîreke nebaş li ser rewşa welêt hebe.

Her li ser meseleya hatina çekdarên PKK bo nav axa herêma Kurdistanê, civata wezîrên hikûmeta Îraqê di beynameyekê de dibêje ku, ew hatina çekdarên PKKê bo nav axa Îraq bi dijwarî red dike û wezareta derve ya îraqê Tirkiye agadar kirye ku, Îraq amadakariyên pêwîst bo pirsa vekişîna PKKê bo Îraqê red dike.

Îraqê dibêje ku ew dê li cem UN, rêxistina dewletên Îslamî  û Konseya Dewlwtên Erebî şikayetê bike dê hemû rêyan li pêşiya xwe deyne. Li gor Îraqê, hatina çekdarên PKK bo nav axa herêma Kurdistanê têkdan û binpêkirina serweriya Îraqê ye.


Back to top button