Polîtîk

Serokwezîr ji bo azadkirina Ocelan îmza kir

Li bajarê Hewlêrê duhî li avahiya civata wezîran, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi îmzekirina kampanyaya 5 milyon îmzeyî ya ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan îmzeya xwe avêt. 

Elî Mehmûd endamê kampanyaya 5 milyon îmzeyî, di vê derbarê de ji Rûdawê re got:

       Wekî kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadkirina Ocalan, me serdana serokatiya civata wezîran kir. Em ji aliyê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

       Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê demekê digel me rûnişt û piştgiriya xwe ji bo kampanyayê anî ziman. Piştre jî îmzeya xwe ji bo azadkirina Ocalan avêt.

Mehmûd spasiya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got ku, ev helwesta serokwezîr cihê dilxweşî û rêzgirtinê ye.

Ev çend heftene kampanyayek bi navê 5 milyon îmzeyî ji bo azadkirina Ocalan li 4 parçeyên Kurdistanê dest pê kiriye. Biryare milyonek îmze li herêma Kurdistanê bên komkirin. 

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 15ê sibata sala 1999ê ji welatê Kenyayê dîl hat girtin û radestî Tirkiyê hat kirin. 

Back to top button