Civak

Serok 1ê Gulanê li karkeran pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta roja cîhaniya karkeran ve pîrozbahiyekî germ li hemû karkerên cîhanê bi giştî û karkerên Kurdistanê bi taybetî dikim. Ev roj ji bo bergirîkirina karkeran û rûbirûbûna çewsandina wê tuwêja karîgera di nav civakê de bûye hêmayekî dîrokî.

Beşa zêdeyê erkê avadankirin û pêşveçûna welat li ber karkeran ketiye. Westabûn û fedakariya wan wiha dike çîn û tuwêjên dinê civakê li asûdeyiyê da bijîn her ji bo vê yekê jî erkê ser şanê hemû aliyeke pêzanînên me ji bo wan ezîzan hebê û piştevanê mafên wan bîn.

Hê jî rewşa jiyana karkeran negihîştiye asta pêwîst. Hê jî li gelek cihên cîhanê da çewsandin û piştguh xistina wan berdewame. Her çende em Kurdistanî xwedî kultûrekî dewlemendîn ji bo rêzgirtina li pêgeh û westabûna karkeran lê belê pêwîste parlemen û Hikûmet bi derxistina yasa û biryar û rênimayiyên nû zêdetir xizmeta karkeran bikin û sendîkayan û rêxistinên civaka medenî jî li hewla berdewamda bin ji bo çespandina daxwaziyên karkeran û baştirkirina guzeraniya wan û ji hemûyê girîngtir dabînkirina bîme û selametiya pîşeyiya wan. Cihê xwe ye li vê helkeftê de daxwaz li hemû aliyê pêwendîdaran û welatiyên xweşdivî bikim ku palpiştê maf û selametiya wan karkerên biyaniyan bin ku li Herêma Kurdistanê da kar dikin.

Bi wê hêviya ku welatê me bigihe qonaxek ku dûr bê ji çewsandin û nedadperwerî û mîsogerbûna hemû maf û dazwazekî karkeran.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button