Civak

Hikûmeta 1ê gulanê li karkeran pîroz dike

Bi minasebeta 1ê Gulanê roja cîhanî ya karkeran, hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî karkerên Kurdistanê dike:

Bi minasebeta 1ê gulanê roja cîhaniya karkeran, gerimtirîn pîrozbahîya pêşkeşî tev karkerên Kurdistan, Îraq û tevaya karkerên cîhanê dikîn û di kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazîn.

Herêma Kurdistanê rabirduyekî tal digel wêrankirin û şewitaninaê heye. Di van çen salên dawiyê de nebe, tu dema û wextan karkerên herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bi mafên xwe yên civakî şad nebûne. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê bi wezîfeya xwe  dizanin ku, daxwaz û xwestekên karkeran di çarçoveya qanûnê de rêxistinî bikin.

Îro serdemeke nû ye di jiyana karkerên Kurdistanê de, bi sedan kompanî û bi hezaran karkerên biyanî li Kurdistanê kar dikin. Ev pirosesa mezin divê bi qanûnekê bê rêxistin û karkerên biyanî li gor pêwîstiya bazar bên bo herêma Kurdistanê û di hemû pirojeyan de divê ewlewiyat jî bo karkerên herêma Kurdistanê be.

Em tekîdê li ser cîbicîkirina tev qanûnên girêdayî bi karkeran û rêxistina karê sandîkaya karkeran dikin. Em zêdetir tekîdê li ser komîteyna pişknîna kar dikîn.

Bi vê minasebetê jî daxwazê ji saziyên peywendîdar yên hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku, zêdetir giringiyê bi qanûn û yasayên baştirkirina jiyan û selametiya karkeran û malbatên wan bidin.

Careke din 1ê gulanê roja cîhaniya karkeran li tev karkeran pîroz be.

Serokatiya civata wezîran
30.04.2013

Back to top button