Îroj

1ê Gulanê

1ê Gulanê

1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ye.

Di sedsala 19an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmetdebûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tendurstiya mirovan, rojane 15, 16 saet an dixebitîn. Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikr. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19an de, bi pêşketina burjuwaziyê,ku teknolojî bi pêşdike ve. Ceyran tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe. Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistina dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

• Di sala 1884an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. yekîîtiya karkerên navnetewî û federisyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên Burcuwazî daxwazkirin, ku saetên kar yên rojane bibin 8 saet û ev yek pêwiste heya 2 salan pêk were.

• Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe,di 4 gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya Karekeran ve li Meydana Haymertê mîtngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80 hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawîdikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndardibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin. Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her Çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibinû. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin.

• Sendîkaya Karkerên Emerîkan di Kongreya xwe ya 1888an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê sal di yekê gulanê de greva giştî pêkbînin. ‘Di sala 1889an de, li Parisê civîna Enternasyonal ya duyemîn hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1 Gulanê weke roja Karkerên cîhanê hate îlankirin. Ji wê rojê û pêve, Karekên cêhanê bi tekoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, Karkerên cîhnê bibin yek.

Back to top button