Serok dixwaze hilbijartin di dema xwe de pêkwere
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî tu cara daxwazî nekiriye dema serokatiyê bê dirêj kirin. Serok bi awayek fermî daxwaz kiriye ku, hilbijartin di dema xwe de bêne pêkanîn. Herweha daxwaziya fermî ya serokê Kurdistanê ewe ku hilbijartin di dema xwe de roja 08.09.2013ê bêne çêkirin û ev dem neyê derbas kirin.
Lê opozisyona ku ji 3 partiyan pêktê daxuyaniyek derêxistin ku dijitiya dirêjkirina demê serokatiya kirin. Tiştek ku nehatî xwestin û behsê nehatî kirin, helwest nîşandan balkêşe.
Li servê yekê peyvdarê serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir .
Ev deqê daxuyaniyê ye:
Her sê aliyên rikeber li civîna rojnamevaniya roja 10 ê Nîsanê daxuyaniya wê yekê dan ku ew dirêjkirina dema Serokayetiya Herêm û berbijêr kirina Serok Barzanî ret dikin. Li demek de ku dizanin rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê neku her daxwaza dirêjkirina dema Serokayetiyê nekiriye belku li nêrîna bawerbûn û rêzgirtina zêdeyê serweriya yasa roja 08.04.2013 li nameyek da ji bo komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinan, bi wan ragihand ku divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê li dema xwe ya yasayî da bê û li 08.09.2013 derbas neke. Em li benda wê yekê bûn ku destxweşiyê li biryara cenabê Serok bikin ne ku muzayedeya siyasî û çewaşekariyê bikin.
Em daxwazê ji rikeberan dikîn ku li asta berpirsiyariyê da bin û qebareya xwe bizanin ku ew nûnerê kemîneyekin û mafê wan tûne xwe bikin wekîlê xelkê Kurdistanê.
Her wiha li bersîva berpirsê jûrê pêwendiyê dîplomasiyên Tevgera Goran jî ku dibêje qaşo “li jêr zexta aliyên rikeber û bi taybetî Goran da Barzanî nameyê ji bo komîsyonê nivîsiye”, Em radigihînîn ku ew bi xwe jî dizanin Goran ew hêza xwe tûne ku bikarê zext dirust bike.
Li dawiyê de bawerîn ku xelkê Kurdistanê bi xwe biryara çarenûsa xwe dide.
D. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.04.2013