Çelakiyên heyeta Kurdistanê li Amerîkayê-4
Di çaremîn roja serdana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayê, Fuad Hisên aerokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Qubad Talebanî berpirsê femangeha hevahengiyê pêk tê, civîn û hevdîtin digel mezine berpirsên Qesira Sipî, sanat, kongresman, dostên gelê kurd û sefîrê Tirkiyeyê pêkanîn.
Di yekem çalakiya xwe de, şandeya herêma Kurdistanê digel Tony Blengin alîkarê serokê Amerîkayê, Çeyk Solifan rawêjkarê ewlekariya netewî û Ponît Talora alîkarê taybet yê serokê Amerîkayê û rêvebirê ofîsa welatên Kendaw, Îraq û Îranê civiya.
Di civînê de şandeya herêma Kurdistanê ji berpirsên amerîkayî re behsa rewşa herêma Kurdistanê, kirîza siyasiya Îraqê, guhertinên herêmî û helwesta herêma Kurdistanê li hember pêşhat û guhertinên herêmî û aloziya pirosesa siyasiya Îraqê kir
– Ji bona gehiştin bi azadî, binyatdanana civakeke pêşkeftî û modern û gelê me hest bi hebûna xwe bike û bi aramî bijî, dîroka gelê me pire ji xebat û qurbanî danê. Îro herêma Kurdistanê mînakek diyar a aramî, avadankirin û pêşkeftinê ye.
– 10 sal beriya nuha me piştevaniya pirosesa azadkirina Îraqê kir û piştî jinavbirina rijêma diktatoriya Îraqê, serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê bi awayekî aktîv beşdarî di amadekirina destûra nû û avakirina saziyên medenî de kir û bi cidî ji bona serxistina pirosesa siyasiya Îraqê xebitî. Lê îro, ji sedemê siyaseta yekşexsî a hikûmeta Bexdayê li ser diçe û pabendnebûn bi destûra welêt, pirosesa siyasiya Îraqê ber bi aqarekî xeter ve diçe.
– Ji bilî çned pirsên hilawîstiyên nevbera Hewlêr û Bexdayê ku, hikûmeta federal a Îraqê naxwaze wan pirsan çareser bike, çned pirsgirêkên din li deverên din yên Îraqê serîhildaye û pêkhateya erebên Sune ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye îhmal kirin û rê jê re nayê dan ku, li gor qebareya xwe beşdariyê di pirosesa siyasî û rêvebirina welêt de bike. Çend meheke xwepêşandan li dijî hikûmeta Îraqê li herêma Suneyan berdewam in. Herwesa hindek aliyên şiye jî hikûmeta Bexdayê rexne dikin û daxwaz dikin hikûmeta federal a Îraqê temsîla hemû pêkhateyên îraqî bike.
Şandeya herêma Kurdistanê ji berpirsên amerîkayî re got ku, hemû kirîz û aloziyên Îraqê girêdayî îhmalkirina destûra Îraqê ye ji aliyê hikûmeta federal ve:
– Hevbeşîya rasteqîne di desthilat û hukimdariyê de û pabendbûn bi destûr û sîstema demokratîk û federaliyê zamina yekparçeyîya welêt û pêkvejiyana bi aştî di navbera hemû ûêkhateyan de ye. Çênabe Bexda li ser ti aliyek gef û tehdîd be, divê Bexda çavkaniya dilrehetî û misogerkirina mafan be.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di civînê de got ku, Mesûd Barzanî ti wextekî deriyê diyalogê digel Bexdayê negirtiye, hertim ji bona ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin xebitiye û ji bo vê armancê jî nuha şandeyeke herêma Kurdistanê li Bexdayê ye daku danûstandinan li ser pirsên hilawîstî bi berprisên Îraqê re bike.
Berpirsên îdareya Amerîkayî tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta Amerîkayê bi piştevanîkirina Îraqeke demokratîk, federal û yekgirtî pabend e.
Di heman rojê de şandeya herêma Kurdistanê cuda digel Êd Roes berpirsê komîteya karûbarên derve û Carlîd Poles serokê grûpa dostaniya gelê Kurdistanê li kongresa Amerîkayê û sanetor Jon Macken civiya.
Di civînan de rewşa herêma Kurdistanê, sewyeya têkeliyên herêma Kurdistanê digel cîhana derve, siyaseta hikûmeta Kurdistanê a diwarê geşepêdana aborî, bizava bazirganî û pêşxistina sektora neftê, kirîza siyasiya Îraqê, rewşa aloza Suriyeyê û helwestê herêma Kurdistanê li hember wan pirsan hat gotûbîj kirin.
Di civîna digel grûpa dostaniya gelê Kurdistanê li kongresa Amerîkayê, şandeya herêma Kurdistanê sipasiya grûpa navborî kir ku, ew hertin piştevaniyê li daxwaz û mafên rewayên gelê Kurdistanê dikin û roleke ber bi çav di vekirina konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hebû. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku bi hev re reşnivîsa pirojeyek ji bona bijênosîda naskirina tawanên enfal û kîmiyabarê amade bikin.
Di civîn digel Jon Macken jî de, her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên aborî û bazirganî kir. Di axavtinekê de Macken got:
– Her dema ez serdana Hewlêrê dikim ez hest dikim ku, gelê kurd xwestekek xurt ji bo pêşkeftin û geşesendinê heye. Ez we piştrast dikim ku, we li vir jî, li kongresa Amerîkayê jî gelek dost hene. Rewşa aram û pêşkeftiya herêma Kurdistanê me teşwîq dike ku, em zêdetir piştevaniya we bikin.
Her li Waşingtonê, şandeya herêma Kurdistanê digel Namiq Tan sefîrê Tirkiyeyê yê Amerîkayê civiya. Di civînê de behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê û mekanîzma pêşxistina wan peywendiyan hat kirin .
Kirîza siyasiya Îraqê, rewşa aloza Suriyeyê, rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê û helwestê civaka navdewletî li hember pirsa Suriyeyê mijarên civîna şandeya herêma Kurdistanê û sefîrê Tirkiyeyê yê Amerîkasyê bûn.