Li baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê ya Sûriyeyê teqînek pêk hat
Li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê teqînek rû da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn danê êvarê li baregeha El-Omer a girêdayî parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê ku dikeve ser sînorê Iraqê pêk hat. Têkildarî sedema teqînê û ziyanên madî heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.
Herweha îro danê sibê li baregeha Şedadî ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku Amerîkî lê bi cih bûne, teqînek rû da.
Li Sûriyeyê di van rojên dawîn de li herêma Tenef a başûrê welêt, navçeya Dêrikê, navçeya Şedadê ya parêzgeha Hesekê ya Rojava û Dêrazorê êrîş li baregehên ku artêşa Amerîkayê lê bi cih bûne hatin kirin. Bi balafirên bêmirov û fûzeyan jî bejahiyê de êrîşê bingehên Amerîkî hatiye kirin.
Karbidestên Amerîkî ragihandin ku di du hefteyên dawî de 13 êrîş li ser bingehên wan li Sûrî û Îraqê hatine kirin.
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî John Kirby ragihand ku balafirên şer ên F-16 ên Amerîkayê îro Îniyê depoya çek û cebilxaneya komên Îranê ya li bajarokê El Bûkemal a Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.
Komên ku Îran piştgirîya wan dike car caran bi çekên bejahî û balafirên bêmirov êrîşî bingehên Amerîkî yên li qeraxa rojhilatê Çemê Firatê dikin.