Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken re hevdîtin kir
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan li ser geşedanên li Îsraîl û Filistînê û pêvajoya berfirehkirina NATOyê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re bi telefonê axivî.
Di pêwendiyê de, nehîştina aloziya li Xezeyê li herêmê, xebatên ji bo serbestberdana dîl, lezgîniya avakirina korîdora alîkariyên mirovî û pêvajoya berfirehkirina NATOyê hatin gotûbêjkirin.
Di derbarê hevdîtina de wezereta Derve ya DYA daxûyaniyek ragihand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da wiha hat gotin: “Herduyan ji bo pêşîgirtina li berbelavbûna pevçûna Îsraîl û Filistînê, temînkirina serbestberdana rehîneyan û seferberkirina alîkariyên însanî bi lîderên herêmê ra xeber dan.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Blinken bi Wezîr Fîdan re li ser daxuyaniya Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ku gotibû Amerîka dê 100 milyon dolar alîkariya însanî bide gelê Filistînê yên li Şerîa Gazze û Şerîeya Rojava axivî. Tevlîbûna Swêdê ya di NATOyê de “Wî di heman demê de li ser pêşveçûnên ku di vê mijarê de hatine bidestxistin jî axifî.”