Dosya

15 saliya Rojevakurd


Ji ber ku Kurdî ne zimanê bazarê ye, di hemû qadên jîyanê de bikaranîna tenê Kurdî kareke zehmet e. Gelek kes û alî xwe mecbûr dibînin ku yan li gel zimaneke din Kurdî jî bi kar bînin an jî bi temamî dev ji Kurdî berdin.

Ev rewş hatiye astekê ku êdî gelek kes wê helwestê mafdar jî dibînin. Di bin van şert û mercan de weşaneke 15 salan û hew bi Kurdî ciyê serkeftinê ye û ez vê helwesta we pîroz dikim


Bi qasî ku min şopandiye Rojevakurd cî dide hemû aliyan û dixwaze bi helwesteke bêalî dengê hemû aliyan bigihîne raya giştî. Ev helwest ji alîyekê ve erênî ye. Lê ger îddîaya netewîbûnê/Kurdistanîbûnê hebe, divê ev alî jî qels nemîne û helwesta xwe ya li hember bûyeran zelal bikin. Rêya vê jî nûçe/şîrove ne.

Demekê ev hebû lê di demên dawî de êdî nexuyane. Ez bawer im ev kêmanî temam bibe wê Rojevakurd bi awayekê bihêztir berdewam bike.

Spasiya we dikim ku guh didin nêrînên me û serkeftinê bo wê dixwazim.

Slav û rêz

Roger Çağer

Back to top button