Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî: Emê bi hev re têkbirina DAIŞ’ê misoger bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hikûmet û parlamentoya Almanyayê kir ku biryara dirêjkirina erkê leşkerên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dane û got, “Em hîn jî rûbirûyê metirsiyeke hevpar in û bi hev re em ê têkbirina mayînde ya DAIŞê misoger bikin.”
Piştî ku Meclisa Federal a Almanyayê pêşnûmeqanûna dirêjkirina erka hêzên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê salek din pejirand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijarê daxuyaniyek da û got: “Em hîn jî rûbirûyê metirsiyeke hevbeş in û bi hev re em ê têkçûna daîmî ya DAIŞê misoger bikin,”


