Polîtîk

Erdogan ragihand: Li Tirkiyê 3 roj şîna neteweyî hat ragihandin

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê 3 roj şîn agihand.

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê X’ê biryara ragihandina şînê parve kir û got: “Em weke Tirkiye êşa mezin a birayên xwe yên Filistînî di dilê xwe de hîs dikin. Li welatê me 3 roj şîna neteweyî hatiye ragihandin . Ji bo rêzgirtina bi hezaran şehîdên me ku piraniya wan zarok û sivîlên bêguneh in, ev yek wek pêwîstiyekî hatiye dîtin.“

Di biryarnameya şîna neteweyî ya ku bi îmzeya Erdogan hat weşandin de wiha hat gotin:

“Ji bo parvekirina êşa gelê Filistînê ji bo kesên ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, herî dawî di 17’ê Cotmeha 2023’an de li nexweşxaneyekê, ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat ragihandin. Rojên li hemû welatê me û nûnerên biyaniyan heta roja şemiyê 21ê Cotmeha 2023an şîn hatiye ragihandin. ”

Back to top button