Cîhan

Almanyayê erka leşkirên xwe yên li Iraqê dirêj kir

Parlamentoya Almanyayê bi piranîya dengan proje yasaya dirêjkirina erka leşkirên xwe yên li Iraqê û Rêveberîya Herêma Kurdistanê salek din pejirand.

Di rûniştina taybet a ku li Parlamentoya Almanyayê hat lidarxistin, ji 672 parlamenteran 560 parlamenteran deng da ku leşkerên Alman li Iraqê bimînin.

Di 13ê Îlona 2023an de hikûmeta Almanyayê biryar da ku di çarçoveya erkên NATO û Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, erkên artêşê li Iraqê salek din dirêj bike.

Leşkirên Alman di şerê li dijî DEAŞê de alîkarîya perwerdeyê didin artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge.

Back to top button