Nivîsar

Tevgerên tundrewên îslamî û çep di eniyekî de ne!

Babetek heye ku gelekî balkêşe û gerek bibe babetê gotubêjek berfireh. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê,kes û aliyên çep û îslamî gelekî li dijê hevin.Piraniya caran taybetî di medyayê de şerê hev dikin û hev bi tiştên giran itham dikin.

Lê herdu Aliyên mehkumê îdeolojiyên tundrev li cihekî digihin hev. Herdu alî di hemû warî de dijminatiya Îsrail dikin û pişgiriya Filistiniya dikin. Heta dema şerek navbera Hizbullah a Libnanî û Îsrailiyan de derdikeve cardin herdu alî pişgiriya hizbullahê dikin. Yanî dijminatiya Îsrail ji bo wan bûye îdelojiya bingeh û hevpar.

Başe sedemê vê yekê çiye? Gerek ev yek bibe babeteka lêkolina civakî. Gerek sedemê vê dijberî yê bê eşkerekirin. Herdu alî dewletbûna Filistiniyan diparêzin lê dijî dewletbûna Kurdane. Me gelo ev yek ne balkêş e?

Berê xwe bidinê Îsrail di pêvajoya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê de pişgiriya dewletbûna Kurda kir. Bi dehên cara berpirsên dewleta Îsrail dan xûyakirin ku, ew dewletbûna Kurdan diparêzin. Lê dema Kurd behsa dewletbûnê dikin, dîlên çepitiya serdest diqêrin û dibêjin: ” Em rê nadin ku, Îsrailiya duyem li herêmê bê damezirandin.” Bi vî awayî li dijî dewletbûna Kurda derdikevin. Lê bê ku şermê bikin vê yekê bi navê Kurdeyatî û çepitiyê dikin.

Tu cara Îsrailiya tecavûzê xaka Kurdistanê nekirine û zerer nedane Kurda, lê Filistiniya li Iraqê li kêleka Sadam şerê pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Kurd divê reş û spî ji hev cuda bikin, divê bikaribin di jiyanê de dost û dijminên xwe bidin kifşkirin û li gora wê jî tevbigerin.Nabê Kurd bi navê Kurdeyatiyê bibin dijminê destkeftiyên netewî û Kurdistanî û bibin dîlê berjewendiyên biyanî.

Îro cardin bi biryara Îranê rêxistinên tundrevên Filistiniya û Hizbullaha Libnanê û milisên Îranê êrîşek berfireh birin ser Îsrail. Bi seden hemwelatiyên sivîl hatin kuştin. Lê hêja gelek alî vê yekê wek mafek rewa dibînin. Îran bi rêya rêxistinên terorist tengasiyê dide herkesî û Kurda bi xwe jî. Îran serkaniya fitneya herêmê û dijminê aşitî yê ye.

Gelo kengê ew roja ku Îran bedelê kiryarê xwe bide çikas dûr yan nêzike?

8.10.2023

Nêrîn/Şirove

Back to top button