Tarîperês ti cara nikarin çirayên ronahiyê bitemirînin

Kultorê biyabanê û enfal û sebîkirina zerî û xanmên çav belekên me bibe pişkek ji dîroka zincîra karesatên bi ser gelê me da hatîn…

Mihemed Çalkî
Mixabin roja, 22.06.2023ê, li bajarê çemçemalê destê tarîperistiyê gehişite vî gencê xwedî şiyan û hunermend, li roja ronahî daber şêlkeka guleyên tarîperistiyê. Ev gencê hunermend û xwedî şiyan yê dilê wî tijî ji viyanê û dostîniyê ji bo tev mirovan, heta bo wî kesê tarîperês û kultorperêsê dagîrkeran jî.
Hunermend, nivîskar û derhênerê şanoyê. Xwanas Wirya Gilî, li dema digel hindek hevalên xwe li nav bazarê Çemçemalê da mijûlî karê xwe yê derhêneriyê bû bo xwe berhevîkirina pşkdarîkirina di festîvala şanoya qezayên Kurdistanê ewa Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê her sal li meha îlonê dike û ev sale li Çemçemal dê hête kirin.
Xwanas Wirya xwedî dîdeka mirovdustî û aişqê kultorê xomaliyê Kurdewariyê bû, ji bilî viyanê û rêzgirtina mirovî tişitekê din nedzanî, her çende tarîperês evro li Kurdistanê firte-firta wane û her roj gefan li xwedî hizrên xomaliyên kultorê kurdî dikin, da ew kultorê bo me ji biyabanê hatî û ji bilî kuşitin û sebîkirina xanim û zeryên me pêve tişitekê din digel xwe neaniye, her bimîne.
Belê hişiyariya mirovê kurd di zêdebûnê daye û ew çirayê mamosta Ebdlixalq Maruf (mamosta di sala 1985 li Hewlêrê bi destê terorstên îslamî hate şehîdkirin) helkrî evro yê geş e û dê yê berdewam be heta wê roja alayê kultorê xwemaliyê kurdewariyê di dilê her kurdekî da tê çandin, kultorê biyabanê û enfal û sebîkirina zerî û xanmên çav belekên me bibe pişkek ji dîroka zincîra karesatên bi ser gelê me da hatîn, herweku îspaniyan di sesala pazdê (1492) da bi serê wan anî û hewara Viktoriya li çiyayên me jî deng vede û rûpelê kultorê biyabanê bo heta hetayê bihête girtin!
Tarî bi hemû hêza xwe nikare ronahiya çiran bitemirîne, hizirên tarîperês û dijmirov jî nikarin geşatiya hizirên mirovdostan bitemirînin.
Gora te bi gul û çirayê te hilkirî li dijî kultorê biyaban û dagîrkeran dê heman çirayê Viktoriya îspanî be, her dê geş bimîne.


