
Li bajarê Duhokê erdhejek bi hêza 4.7 ê rû da.
Vê sibehê demjimêr 09:45ê de erdhejek rûda, Li gora hate ragihandin hêza vê erdhejê bi pileya 4.7 bû. Erdhej bi kûrahiya 2 kilometrî di bin erdê de pêkhat. Navenda erdhejê navçeya Amedîyê bû. Erdhej li derdora parêzgeha Duhokê jî hate his kirin.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê derbarê erdhejê de ti daxuyaniyek fermî nedaye.


