CîhanRojev

Serdana Barzanî, gelek girîng e!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di 26ê Hezîranê de ango sibê bi serdaneke fermî serdana Almanyayê bike. Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û çend berpirsên din bicive.

Li gorî hat ragihandin, parlamenterên Alman vê serdanê ji bo têkiliyên navbera Hewlêr û Berlînê “pir girîng” dibînin.

Cîgira Berdevka Hikûmeta Almanyayê Christiane Hoffmann ragihand ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê, pêşhatên li herêmê û pirsgirêkên hevbeş ên herdu aliyan dê bên rojevê.

“Herêma Kurdistanê, hevpeymanek gelek girîng e”

Parlamenterê Partiya Keskan a Alman û Komîserê Mafên Mirovan Max Lucks got,

“Ev hevdîtin, hevdîtineke gelek girîng e. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê û Iraq di warê pêwendiyên aborî û berjewendiyên hevbeş de hevpeymana herî nêzîk a Almanyayê yên li herêmê ne.

Parlamenterê Partiya Doza Azad (FDP) Peter Heidt jî li ser hevdîtina Scholz û Barzanî got, “Ev yek îsbat dike ku Herêma Kurdistanê ji bo me hevalbendekî gelek girîng e û geşedanên li vê herêmê ji bo hikûmeta Almanya sereke ye.”

Back to top button