Polîtîk

Serokê Kurdistanê li Moskova dê li gel Putin bicive

 

Îro 19.02.2013 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Bazanî bi serdaneke fermî gihişt Moskowa ya paytexta Rûsya ya Federal.

Serok Barzanî serdana xwe ya Moskowê bi vekirina lewheya bîrdariya rêberê niştimaniyê Kurd nemir Mustafa Barzanî destpê kir. Demjimêr 16:00 li gorî dema Moskow Serokê Herêma Kurdistan gihîşt kolana Novoslabodskaya û şerîta sor ya momerala li ser dîwarê xaniyê, ku nemir Barzanî ji sala 1954`an heta sala 1958`an lê jiyabû,birî.

Piştre Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û şanaziya xwe bi vê roja pîroz da xuyakirin, û bi germî spasiya gelê Rûsya yê kir, ku vê diyariyê ji bo gelê Kurd pêşkêş kirine.

Paşê Serok Barzanî li avahiya Balyozxaneya Iraqa Federal de civîneke rojnamevanî saz kir.

Her wiha Serokê Kurdistanê dê li gel Serok Komar û Serok Wezîr û Serokê Parlementoya Rusyayê û li şîrketa Gazprom hevdîtinan pêk bîne..

 

Back to top button