Polîtîk

Serokê Kurdistanê bi serdaneke fermî çû Rusyayê

Îro sêşem 19/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî payebilind, bi serdanekî fermî Hewlêra paytext bi cîh hişt û berev Moskowaya paytexta Rusya birêket.

 

Serok Barzanî li vê serdanê da ku çend rojek berdewam dike, li gel berpirsên bilindên Rusya dê hevdîtinan pêkbîne û rêzdar li çarçêweya vê serdanê de çendîn hevdîtin û civînan de pirsên girîngên pêwîst bi pêwendiyên di navbera Rusya û Herêma Kurdistanê û pêşketinên siyasiyên Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo bike.

 

Li vê serdanê de şanda li gel Serok Barzanî ji birêz Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Dr. Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyên Hikûmeta Herêmê, Kameran Ehmed Ebdullah Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê û ji hejmarek şêwirmendan pêkhatiye.

Back to top button