Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistamnê, îro li bajarê Hewlêrê digel Marten Kopner nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) civiya û rewşa siyaisya Îraqê û pirgirkên navbera Hewlêr û Baxdayê gotûbêj kirin.
Nûnerê sekreterê NY di axavtina xwe de got:
– Em dixwqz in jinêzîk helwesta herêma Kurdistanê li hember çareserkirin û derketina ji kirîza siaysiya Îraqê bizanîn û her jiber vê yekê jî em hatine herêma Kurdistanê.
– Em weke Neteweyên Yekgirtî amadene hemû hevkarî û alîkariyan pêşkeşî aliyên siyasiyên îraqê bikin ku, bi hev re bicivin û bi diyalog û aştiyane pirsên xwe çareser bikn. Ji bona beşdarîkirina hemû aliyan di pirosesa siyasiya Îraqê de û aramkirina rewşa Îraqê, em ji bo organîzekirina diyaloga niştimanî amadene.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di bersiva nûnerê NY de got ku, herêma Kurdistanê dixwaze hemû problem û pirsên hilawîstî bi rêya diyalog û li gor destûrê bên çareser kirin:
– Em bi sazkirina diyaloga niştimanî re ne, lê bi şrtêku tu alî nehên îhmal kirin. Ji bona serxistina pêvajoya siyasî li Îraqê û şirîkatiya rasteqîne di hikumdariyê de, divê li dîtin û hizrên hemû aliyên siyasiyên Îraqê bê guhdarîkirin.
– Saziya Neteweyên Yekgirtî şarezayî û tecrûbeyeke baş heye û ji bona ku, Îraq ji vê kirîzê rizgar bibe, dikare roleke beş bilîze.