Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî ji Omer Fetah zêdetir desthilat jı min re dane

 

İmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Rûdawê dibêje ku, ew desthikatên Nêçîrvan Barzanî serokêwezîrê Kurdistanê ji wi re dane, Omer Fetah, dema ku serokê îdareya Silêmaniyê bû, ew desthilat ji wi re nedabûn.

Ew desthilatên Nêçîrvan Barzanî ji min re dane, kak Omer Fetah 25% ji wê desthillatê, ew dema ez cîgirê wî bûm li îdareya Silêmaniyê,  ji min re nedabûn. Em her du jî endamên polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ne.

Di bersiva pirsekê de ku, ew biryaêrn Nêçîrvan Barzani dide li Silmnaiyê cîbicî nabibin got:

Bawer nakim biryareke Nêçîrvan Barzanî dabe û li Silêmaniyê nehatibe cîbicîkirin. 

Li dor pirsa kontiraktên neftê yên herêma Kurdistanê digel kompaniyên biyanî îmzakirine, Ehmed dibêje:

Her çiqas li destpêkê min nexwast ez tê de beşdar bim, lê paşî li gor qanûna neft û gazê ya herêma Kurdistanê, ez di komîteya bala ya taybet bi warê neftê de bûm endam. Nuha ez xwe xwediyê hemû kontiraktên nenftê yên herêma Kurdistanê dizanim û di derxistina biryaran de şirîkim û 100% bi wê meselê re me.

Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê behsa destkeftiyên wezareta samanên xwezayê û pêşkeftinên di warê neftê de li herêma Kurdistanê bidest xistine dike û dibêje:

Vê dawiyê min serdana wezareta samanên xwezayî kir û min ji wan re got: We destkeftiyên mezin bo miletê me bidestveanîne, lê belê we nekariye baweriyê bo txelkê çêkin. Li şûna ku, xelkê Kurdistanê destxweşiyê li we bike û bi qeftên gulan pêşwaziyê li kar û xebatên we bike, nuha xelk ji we re tometan çêdike. 

İmad Ehmed rexneyê li hikûmeta Kurdistanê digire ku, nikariya vê meselê ji kurdistanıyan re zelal bike û kar û xebatên di warê neftê de hatine kitin ji hevwelatiyan re bide naskirin.

Ehmed dibêje ku, opozisyon li şûna ku, rastiyan nîşan bide, piraniya caran rastiya şêlû dike û ji xelkî re vedişêre.

 

Back to top button