Civak

PDK vedigere Kerkûkê

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di encama lihevkirina bi Hikûmeta Iraqê re dest bi vekirina hemû ofîsên xwe yên li Kerkûkê dike.  

Rêxistina PDKê ya Kerkûk û Germiyanê, bi daxuyaniyekê di derbarê mijarê de wiha got: “Em dixwazin hemû pêkhateyên Kerkûkê piştrast bikin ku PDK bi rêkeftinek zelal û rasterast ligel hikûmeta Iraqê wê hemû ofîsên xwe veke. Bi vê munasebetê emê ji bo aştiya civakî bixebitin. Em û xelkê Kerkûkê emê rûbirûyê her grûpekê bin ku hewl bide aştiya civakî ya Kerkûkê bike metirsiyê û ev deng me ji armancên me dûr naxe“. 

Rêxistina PDK a Kerkûk-Germiyanê diyar kir ku wan di bin şert û mercên dijwar de Kerkûk ji DAIŞê parastin û metirsiya DAIŞê ji holê rakirin û got: “Ji ber vê yekê zarokên Kerkûkê nahêlin ti kes bi ewlekarî û aramiya bajarê xwe bilîze”. 

Şêwirmendê PDK yê Kerkûk û Rêxistina Germiyanê Ehmed Gilî jî got, “Me bi hikûmeta Iraqê re lihevkirinek eşkere kiriye, lê komek şovenîstên Ereb yên ku ti bandora wan li tunebû, diyar kirin ku ew ê li dijî vekirina ofîsên me derkevin”. Encumena Nerîna Erebî ku partiyeke Erebî li Kerkûkê ye, doh ragihandibû ku ew li dijî vegerandina ofîsên PDKê ne.  

Balkêş e ?
Close
Back to top button