Nivîsar

Kurdolojî zanyarek mezin  wenda kir

Cihanê, Rûsya û Kurdan rojhilanas û Kurdologek mezin qirnê XXI wenda kirin bi teybet Kurdan dostek xweya mezin ku hemû jiyana xwe da dîroka Kurdan wenda kir…

Dr. Ekrem Önen

Yek ji stûna Kurdolojî ya Sovyet-Rûsya û cîhanê ya sedsala ххı Evgenîya Îlîniçna Vasîleva di 15 sibata 2023 de di 89 salîya xwede xatir ji me xwest.

E.Î Vasîleva  di 22.12.1935 li herêma bajarê Novgoradê Soletskîyê hatîye dinyê. Rojhilatnas, Werger û Kurdologa navdar a Rûsya û cîhanê tevaya jiyana xwe ya zanistî (ilmî) da tarîxa Kurd û Kurdistanê a qirnê navîn û serdema nuh.

Malbata E.Î Vasileva di sala 1944 de tên li Leningrade bi cih dibin xatûna E.Î Vasîleva  di sala 1953 de derbasî fakulta rojhilatnasîyê a universîta dewletê a Leningrade dibe, di sala 1958 de beṣê dîroka rojhilata nêzîk û navîn a universitê xelas dike û li înstîtûta Rojhilatnasî a akademîya Sovyetê di xebite. Di sala 1977 teza xwe ya kandidat li ser Kronîka Xusrew Îbnî Mihemed Tarîx-î Benî Erdelan wekî çavkaniyek dîrokî û etnografîya kurdên Erdelan qirnê XVIII -XIX di parêze, di sala 1992 de teza xweya Doktora li ser monografîya “Başûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala XVII – destpêka sedsala XIX an de, dîroka mîrê Erdelan û Baban” diparêze.

Xatûn E.Î Vasileva bê Westan li ser Kurdan xebatên zanistî kir

Hinek ji xebatên wê yên ser dirok , Kultur û jiyana civakî a Kurdan evin:

– Başûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala XVII – destpêka sedsala XIX de.  Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban.  Moskova: Nauka, 1991.

 – Şeref Xanê Bidlîsî.  Serdem,Jîyan û Nemirî.  Petersburg: Nauka, 2003

 – Dabeşkirina siyasî ya Kurdistanê, 1514-1914: Trajediya kurdî.  Petersburg: Nestor-Istoriya, 2017.

 Gotar:

 -Mîrekiyên feodal ên kurd di sedsala 16. de.  (Li ser bingeha materyalên “Şeref-name”) // Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilatê (li vir – PPiPIKNV). Civîna zanistî ya salane ya LO IN.  L, 1965.

 -Benda tekoşîna Şah Ebbas bi Eşîra Kurdên Mukrî re // PPiPIKNV.  Civîna zanistî ya salane ya Şaxa Lenîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê.  M., 1970.

 -Li ser malbatek esilzade mîrên eşîra kurda a Dumbulî // PPiPIKNV.  Civîna zanistî ya VIII ya salane ya Şaxa Lenîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê.  M, 1972.

 -Rewşa civakî-aborî ya Mîrektiya Erdelan di nîvê pêşîn ê qirnê XIX. PPiPIKN rûniştina zanistî ya salane ya Şaxa Lênîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê.  M, 1977.

 -Derbarê Çîroka Mah Şeref-xanûmê Kurdistanî – Helbestvan û dîroknasê kurd yê nîvê sedsala XIX.  // PPiPIKNV. Civina zanistî ya salane ya Şaxa Lênîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê.  M, 1981. Beşa I (1).

 -Li ser taybetiyên adetên kurdî // Adet di nav gelên rojavayê Asiyayê de.  M., 1988. (hev-nivîskar R.S. Reşîd)

 -Yekemîn Çapên Farisî, Frensî û Rûsî ya “Şeref-nāma” // Manuscripta Orientalia.  Vol.  5. No 1, Adar 1999.

 -Eşîra Kurda di çavkanî û edebiyatê de // Abîdeyên nivîskî yên rojhilat.  2(3).  2005.

 -Dîroknivîsên kurd li ser eşîrên kurdan (ji Şerefxanê Bidlîsî – sedsala XVI heta Mîrza Elî Ekber Kurdistanî – sedsala XIX) // Abîdeyên nivîskî yên Rojhilat.  2(13).  2010.

 Werger:

 -Şeref Xan ibn Şemseddîn Bidlîsî.  Şerefname / werger, pêşgotin, têbinî û pêvekên E.I.  Vasilyeva.  T. I. M., 1967.

 -Şeref Xan ibn Şemseddîn Bidlîsî.  Şerefname / werger, pêşgotin, têbinî û pêvekên E.I.  Vasilyeva.  T. II.  M., 1976.

 -Xusrew ibn Mihemed Benî Erdelan.  Pêhevîya demane.  (Dîroka mîrektiya Benî Erdelan) / faksîmîla destnivîsê, wergerandina ji farisî, pêşgotin û têbiniyên E.I.  Vasilyeva.  M., 1984. 219 r.

 -Mah Şeref Xanûm Kurdistanî.  Kronîka Mala Erdelan (Ta’rih-i Ardalan) / werger.  ji farisî, destpêk û nêzîk.  E.I.  Vasilyeva.  M., 1990.

 -Baxçeyê Mîrektiya Nasir / Elî Ekber Dîroknivîsê Kurdistanî / werger.  ji farisî, pêşgotin, têbinî.  û mersûm.  E.I.  Vasilyeva.  Petersburg: Nestor-Istoriya, 2012.

Xatûna E. Î Vasîleva ji salên 1984 de nas dikim mirovek nefs biçûk xebatkar, bi marifet, bi şexsiyet û dosteke mezin ya milletê Kurd bû ew li Sankt petersbûrge dima ez li Moskova bûm têkiliyên me her hebûn car caran bi hata Mosko an ez biçûma Sankt petersbûrgê me hev didît. Ji bo li ser dîroka qirnê navîn a Kurdan gelek xebat kiribû,gelek serbilind bu bi diroka Kurdan. Her ku min ew bidita an bi telefonê bi peyivyana tim digot,wê her ez bi navê Azad nas dikirim di got ” Azad lazime her Kurdek bi pêṣîyên xwe îftixar bike, lê menêre îroj hawir dor êrîṣî Kurdan dikin, Kurd gelek êṣandine lê divê Kurd bizanibin pêṣîyên we Rîtsarê rojhilatê bûn, û mîr û eṣîrê Kurdan Kurd heta nuha li ser niga hîṣtine” van çend salên dawî rewṣa wê ya sihî ne pir baṣ bû, cara dawî dema ez li universîta mêrdîn mamoste bûm me ew deewetî konferansekê kir li ser Kurdolojîya Rûsya Konferansa bida, pir kêfa wê hat bes rewṣa siheta wê destnedida. Wê demê ji minre henek kir got” Azad dema siheta min dest dida tu nikarî bû biçûya welat, nuha tu çûye ku gelek serbilindim bi çûnate ya universîtê, pir heyf ez nikarim bêm. Mirovek gelek zar xweṣ, ṣên, sohbet xweṣ û zanyarek gelek mezin û zana bû, bi teybet di diroka Kurdan qirnê navîn de. Cihanê, Rûsya û Kurdan rojhilanas û Kurdologek mezin qirnê XXI wenda kirin bi teybet Kurdan dostek xweya mezin ku hemû jiyana xwe da dîroka Kurdan wenda kir, bixwe min şexsî jî zanyarek, û dosteke mezin wenda kir gelek xemgîn bûm bi mirina zanyara mezin. Bira ruhê wê ṣad be, milletê Kurd wê tu caran ked û xebata zanyara mezin ji bîr nake.

Back to top button