Civak

Dîsa Kurd nedîtin

Xuyaye nîjadperestîya li dijî Kurdan di xwîna wan de heye û ev nexweşî wê rojekê wan bikuje. Çi çapemenîya wan, çi jî siyasetmedar û desthilatdarên wan, wek ku cin ji hesin bitirse ji Kurdan ditirsin û dev, çav û guhên xwe ji wan re digrin.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, bi zimanê xwe vîdeoyek weşand û spasiya welatên ku ji ber erdhejê hatin alîkariyê kir. Ji ber ku ne zimanê Kurdî û ne jî navê Herêma Kurdistana Iraqê di vîdeoyê de cih girtiye, bû sedema bertekan.

Di ser erdheja Bakurê Kurdistanê re 2 hefte derbas bûn. Ji xeynî çend cihan piraniya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne. Tîmên ku ji derve hatin alîkariyê hêdî hêdî vegeriyan welatên xwe.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek weşand û spasiya welatên ku beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dibin kir. Vîdeoya ku tê de alayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta Brundî, ji Îsraîl heta Bangladeşê hatin nîşandan, bi zimanên welatan hat spaskirin.

Ji roja ewil a erdhejê vir ve Herêma Kurdistana Iraqê (ÎKB) bi sedan bijîşk, tîmên lêgerîn û xilaskirinê, ambûlans, vînç û kamyonên alîkariyên însanî şandine bajarên erdhejê. Lê di cîdeoya Çavuşoglu de Kurdî û Kurdistan cih negirt.

Gelek bikarhênerên medyaya civakî ku di nav wan de siyasetmedar û çalakvan jî hene, bertek nîşanî vê rewşê dan û Çavuşoglu rexne kirin. Cîhgirê Serokê Parêzgeha Diyarbekir yê partiya DEVA, li ser gotinên Çavuşoglu daxuyanî da, spasiya xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “spas ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, spas. Bi minetdarî spas, spas”.

Back to top button