
Rêxistina Perwerdê, Zanistî û çandê (UNESCO) ya Netweyên Yekbûyî, sala 2000ê , 21 Sibatê wek roja zimanên dayikê ragihandibû. Herweha îsal wateya roja zimanê dayîkê hêja kûrtir dibe, ji ber ku NY sala 2019ê wek sala zimanên herêmî ragihandibû.
Li gora belgeyên NY di nav du heftiyan de zimanek li gel çand û civaka xwe winda dibe. Di cîhanê de zêdeyê % 40 zimanî di bin tehdîda windabûnê de ne. Li Cîhanê ji 7 hezarî zêdetir ziman têne axavtin.
Di cîhanê de welatê ku herî zêde ziman lê têne axavtin Papeu Gine ye. Nifûsa vî welatî 8 milyone , lê ji 800 î zêdetir ziman lê têne axavtin.
Zimanê Kurdi jî di bin tehdîta windabûnê de ye. Taybetî hinek zaravên kurdî wek pêvajoya windabûnê de tê qebûl kirin.
NY di derbarê zimanên ku netewe û hinek pêkhatî bi kar tînin de peyamek pêkaniye. Tirkiye jî ev peyam îmze kiriye.
Di peyamê de dibêje ku, dewlet divê zemînekî ji zimanê lê tê axaftin re û çanda heyîre ava bike, lê nabe ev yek li ser tehdîda yekita dewletê çêbibe.
Îro % 80 di qada Internetê de 10 ziman têne bi karanîn û berfirehî derfeta bi karanina Internetê di van zimane de heye.
Li gora belgeyên NY li Tirkiye 18 ziman yan bi temamî ji navçûne yan jî di bin metirsiya ji navçûyînê de ne. Ji van zimanan 3 ziman bi temamî winda bûne. Ubik, Mlahso û Yunaniya Kapadokya ji van zimanene.
Zimanên Hertevin, Mlajso ji malbata zimanê Suryanine. Turoyê ji beşek ji suryaniye û be bi windabûnêveye. Ji bilî van zimanan, Ladino, Gagavuzî, Romani, Ermeniya Rojavayî, Hemşînê, Lazî, Yunaniya Pontusî, Abazî jî nava zimanên ber bi windabûnêvene.
Li bakurê Kurdistanê di gelek cihan de û taybetî di dibistanan de axavtina gelek zarokan ya Tirkî aloze û ev dibe sedem ku nikarin perwerdeyek baş bibînin.
Li Tirkiye di destûrê de dibêje ku, zimanê dayikê yê hemwelatiyên Tirkiye Tirkiye. Li gora destûrê ji bilî Tirkî bi zimanek din perwerde nayê kirin. Li gora peymana Lozanê dibêje: Li Tirkiye pêkhatiyên olî yani pêkhatiyên ne misilman dikarin bi zimanên xwe dibistana vekin.
Sala 2002-2003ê li Tirkiye qanûn hate guhertin di qanûna nû de dibêje: Bi mercê ne li himber parçebûna yekitiya dewletê be, pêkhatiyên Tirkiye dikarin kursên ziman vekin û kursan de zimanê xwe yê dayikê bi karbînin.
Wek din zimanî kurdî wek dersa bijarte di dibistanan de hate qebûl kirin. Yanî eger xwendevan bixwazin wek dersek hilbijare dikarin di dibistanan de fêrî zimanê kurdi bibin.
Bê guman li ser pirsa karanina zimanê kurdî gelek têbinî hene. Ji berî her tiştekê partiyên siyasî gelek kêm zimanê kurdî bi kartînin, hinek aliyên wek HDPê hemû civin, seminer û axavtinên xwe bi zimanê Tirkî dikin. Di rastiya xwe de gelek bajarên Kurdistana Bakur rojane di nav xelkê de zimanê kurdî nayê bi karanîn.
Wek minak dema mirovek kurd ji beşek din yê Kurdistanê herê Diyarbekirê di jiyana rojane di bazaran de pê nahesê ku Diyarbekir bajarek kurdî ye. Raste dewletê ziman qedexe kir gelek cara axavtina ziman û heta guhdarikirina muzika kurdî qedexe bû. Lê niha ew qedexe li ser bi karanina ziman tuneye û kurd, dezgehên kurda, niviskarên kurda û partiyên siyasê yên kurda bi awayek pêwist giringiyê nadin zimanê kurdî. Li Bakur di vê derbarê de ji bilî siyaseta dewletê, divê kurd bi xwe berçavre derbas bikin û zimanê xwe winda nekin.
Heta gelek malan de kurd bi zimanî Tirki kiset dikin ma ev jî ne kêmasiyek mezine? Nabe mirov tu sedemekî bi nekaranina zimanre peyda bike. Li Bakur zimanê rojane di nava dezgehên sivil û partiyên siyasî de mixabin Tirkiye. Ev yek tercihek e.
Îsal sala 2023ê di serî de HezKurd û piraniya aliyên siyasî û hinek dezgehên sivî ji bo di dibistanan de dersa zimanê Kurdî bê hilbijartin kampanya vekirin û di vê derbarê de agahî dan dewbabûn xwendevanan. Herweha gelek partiyên Tirkan jî pişgiriya vê kampanyayê kirin û di encam de ji hemû sala zêdetir xwendevana zimanê Kurdî wek dersa bijare hilbijartin. Bê guman dema mirov li zimanê xwe xwedî derkeve û di serî de di nava malbatê de zimanê xwe yê dayikê bi kar bîne ,dê her demî behtir rê li axavtina ziman berfirehtir bibe…..
Rojevakurd