Nivîsar

Kîjan Tifaq ji bo HDP girîng e?

Li Tirkiye civînek di navbera HDPê û hinek partiyiyên siyasî yên çep hate li darxistin. Di civînê de 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) amade bûn. Wek tê zanîn ji berî niha wek bedilek ji tifaqên navbera aliyên siyasî,  HDP li gel van partiyan civînek pêkanîbû û wek platformekî ragihandî bû. 

Civîna ku li Stanbulê navbera van partiyan de hatî li darxistin, biryara damezirandina  Tifaqa Ked û Azadiyê hate dayîn.

Van aliyan piştî civînê daxûyaniyek ragihandin û dibêjin: Em dizanin ku li ser bingehên nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê avakirina nîzameke civakî û siyasî ya ku gel serdest be pêwist e. Em bang li her kesî dikin ku li gorî vê feraset û bangawaziyê têbikoşin. Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, fermana sermaye û zilmê bi ser bikevin.”

Ev tifaq, tifaqa aliyên siyasî yên çep û Kemalist e. Ev yek di daxûyaniya wan de vekirî dixweyê. 

Eger mirov wek Kurd yan jî aliyên ji bo destxistina mafên rewa yên Kurda siyasetê dikin berê xwe bide vê tifaqê, ji bo Kurda tu cewaziya vê tifaqê û tifaqên din ên aliyên Tirk tuneye.

Li vê derê pirsek derdikeve holê, gelo HDP çend alî re dileyze? HDP bi navê ”Tifaqa Kurdistanî” Tifaqek pêkaniye. Lê ew aliyên di ”Tifaqa Kurdistanî” de cih digrin di nava vê Tifaqa nû de tunene. Ji aliyek din ve ji bo HDP kaşo ”Tifaqa Kurdistanî”berfireh bike li gel aliyên din yên kurd hevdîtina dike. Rastî helwesta ew Aliyên HDP hevdîtina li gel wan dike gelekî girîng e.

Gelek cara hatiye gotin pêwistiya Kurda li bakurê Kurdistanê hevkariyek yan jî bi Tifaqî Netewî heye. Gerek aliyên kurd ji bo destxistina mafên xwe yên Rewa werin ba hev li gora berjewendiyên netewî hewl bidin yekitiyekî ava bikin. Heta ku ev neyê kirin herdemî metirsiya ku HDP ewî dûr bêxe heye. 

Taybetî di vê dema hilbijartinên parlementoya Tirkiye tê gotubêj kirin, gerek aliyên siyasî û Kurdistanî timahiya çûyîna parlementoyê nekin û ji bingehê xeta netewî Kurdistanî dûr nekevin.

Siyaseta ku niha HDP rêve dibe behtir li gora daxwazên Qendil e. Lê hêja Îmralî ya xwe negutiye. Gelo eger Ocalan nêzikî hilbijartina dîtina xwe bêje û rê bidinê biaxive, dê rewşa HDPê çewe bê guhertin? Tê zanîn ku, AKP ji bilî MITê hevdîtina li gel Ocalan dike û dixwaze qerta Ocalan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

26.8.2022

Nûçe/Analîz

Back to top button