CîhanRojev

Biden:Emê bersiva her êrîşekî bidin

Serokê Amerîkayê Joe Biden di 25ê Tebaxa 2022an de nameyek ji Seroka Meclisa Nûneran, Nancy Pelosi re rêkir. Biden di nameya xwe de dibêje: Bi fermana min, di 23ê Tebaxa 2022an de, Hêzên Amerîkayê êrîş li ser xaleke li bakurê Sûriyê pêk anîn. Ew pêgeh ji aliyê grûpên milîs ên nêzîkî Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve dihat bikaranîn; van grûpan di çend êrîşên dron, mûşek û hawanê de li ser karmendên û bingehên Amerîkayê yên li Sûriyê kirine, ji wan du êrîş li ser du Baregehên Amerîkyê yên li Tenef a Sûriyê, di 15ê Tebaxa 2022an de hat encamdan. Piştî rêze êrîşên komên milîs ên bi piştevaniya Îranê li Iraq û Sûriyê di şeş mehên borî de, li dijî bingeh û hêzên me li Sûriyê hatin kirin jiyana personelên Amerîkayê û Hevpeymanan xiste metirsiyê.”

Pentagonê gotibû ku wan perçayên dronan li Sûrîyê dîtine ku mora Îranê li ser diyar e û ev nîşana wê yekê ye dibe ku Îran êrîşên bi vî awayî zêdetir bike lê Pentagon hişyariyê dide ku êrîşên Îranê yên li dijî berjewendiyên wan wê bêbersiv nemînin.

Back to top button