Trêna Amed-Tirbespiyê-Tirbespî-Amedê
Da em nasbikin rêdundans çi ye, em dikarin bibêjin, ko ew weke gotina inflasyonê ye, ya di warê mewdanî de, lê ev inflasyona di zimên de ye.
Zagros Hajo
Dema mirov dixwaze nûçeyekê, yan jî ramenekê bigehêne mirovekî din, dive gelek dengan (tîpan), yan jî gelek bêjeyan û yan jî gelek hevokan bibêje (binivîse) da ko bigehe armanca xwe. Eger mirov karîbûna bi zimanekî îdeal wê nûçeyê yan ramanê bigehêne mirovê din, ew dê bi gelek kêmtir deng (tîp), bêje û hevokan bigehe armanca xwe.
Ev zêdebûna dengan (tîpan), bêjeyan û hevokan, ko mirov bêçare di zimanê xwe de bi kar têne di dîtaneya (theory) informasyonê de jê re dibêjin Redundance (bixwêne rêdundans!).
Da em nasbikin rêdundans çi ye, em dikarin bibêjin, ko ew weke gotina inflasyonê ye, ya di warê mewdanî de, lê ev inflasyona di zimên de ye. Da bêhtir em rêdundansa di zimên de nasbikin, fermo emê li vê serpêhatiya nimûneyî temaşe bikin:
Salarê Gernûs ji Tirbespiyê ye. Ew li Amedê kar dike. Salar her heftî ji Amedê roja înê êvarî seet 17.00 bi trênê divegere mala xwe ya li Tirbepiyê. Salar xwest telegramekê ji Bêrîvana kebaniya xwe re bişiyêne, da haya wê jê hebe, ko ew dê vegere malê. Wî di telegramê de nivîsand:
Bêrîvana min!
Ezê ji Amedê roja înê 27.7.1990 êvarî seet 17.00 bi trênê vegerim malê.
Mêrê te
Salarê Gernûs
Lê wî dît û em jî dibînin, ko ev informasyon hemû ne gerek in di telegramê de werin nivîsandin. Rabû wî çend bêje jê avêtin, bêyî ko bihayê telegramê, yê agadariyê kêm bike, lê bihayê şiyandinê kêmkir dike. Pêşî Salar bêjeyên Bêrivana min, ji Amedê û roja înê
avêtin. Piştre dît, ko ew hê dikare bêjeyên êvarî û bi trênê jî bavêje. Telagram bû bi vî rengî:
Ezê 27.7.1990 seet 17.00 vegerim malê.
Mêrê te
Salarê Gernûs
Eger ew hê bêjene din jî ji telegramê bavêje, wek malê, mêrê te û Gernûs dîse wê Bêrîvan nasbike, ko çi wextî mêrê wê divegere malê.
Wek ji hînekerê buhûrtî tê xuyakirin, bi nebûna çend bêjeyan di tekst de yan axaftinê de bihayê tekst, yê hayedariyê kêmtir nabe. Ew jî ji ber hebûna rêdundansa di zimên de ye. Nebûna çend dengan (tîpan) di zimên de bihayê zimên wek navgîna pevguhestina hayariyan pir kêm nake, ji ber ko rêdundans di kevirê pêşî de jî, kevirê avaya zimên de di dengan de heye.