Roja 28-7-2022 bi amadebûna Sidad Barzanî û Dilşad Barzanî nûnerên Serok Barzanî, Metin Dilovan Barzanî nûnerê birêz Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazel Mîranî, endamên mekteba siyasî, bi merasîmekê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, termê pêşmergeyê dêrîn û rêveberê liqê 7 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Amerîkayê, nemir Yasîn Berwarî hat pêşwazîkirin.
Piştî axaftina bixêrhatinê, Fazel Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gotarek pêşkêş kir û tê de behsa rol û têkoşîna malbatê û têkoşîna nemir Yasîn Berwarî kir. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) sersaxiyê ji malbat, xizm, hevrê û hemû kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re xwest.
Di merasimê de, amadebûyan destegul gul danîn ser termê rehmetî Yasîn Berwarî û piştre termê wî ji bo Duhokê hat veguhaztin. Li Duhokê jî bi amadebûna hejmareke zêde ji berpirsên PDKê li Badînan bi merasîmekê li goristana Şexkê hat veşartin. .
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî di axaftinekê de behsa têkoşîn û qurbanîdana rêheval Yasîn Berwarî di qonaxên cuda yên şoreşên Kurdistanê de kir.