
Hejmareke çekdaran li navçeya Sihêla ya li sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, êrişî xaleke Hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de efserekî Pêşmerge birîndar bû.
Li gora nûçeya Rûdawê, Demjimêr 22:40 şeva derbasbûyî hejmarek kesên çekdar êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge kirin û di navbera wan û pêşmergeyan de pevçûn derketiye. Di encama êrîşê de efserekî Hêzên Pêşmerge bi pileya Neqîb birîndar bûye.
ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên êrîşê komîteyeke lêkolînê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatiye avakirin. Heta niha nehatiye zanîn, ku ew çekdarên êrîşî xala leşkerî ya Hêzên Pêşmerge kirine kî ne yan ser bi çi aliyekî ve ne.