
Şaxê AK Partiyê yê Diyarbekirê li civîna xwe ya mehane li darxist. Di civînê de wezîrê berê û cigirê serokê AK Partiyê Mehdî Eker, parlementerê berê Kutbettin Arzu, parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Ebubekir Bal û Oya Eronat, endamên rêveberiya partiyê Alaatin Parlak û Suna kepoglu,serokê şeredariya baglara Diyarbekir û serokê AK partiyê yê şaxa Diyarbekir M.Şerif Aydin amadebûn.
Di civînê de Mehdî Eker axavtinek kir û behsa rewşa giştî ya siyasî û behsa rewşa Diyarbekirê taybet kir. Eker ji bo hişkahiya heyî jî got ku,em niha çend sikrên mezin çêdikin û xelkek dikare avdanê bike. Eker got: Çêkirina benda Farqînê berdewame. Heta niha 52 cara êrîşê karkera kirine û makinên kar şewitandine. Ev tu feydeyê nade Kurda.
Eker da xûyakirin ku, ew daxwazên ji bo perwerdeya zimanê Kurdî dişopînin û pişgiriya wan daxwaza ji bo pêşdebirina zimanê Kurdî dike. Eker got: Kurdî zimanê min jî yê dayikê ye.Ez hij zimanê Kurdî dikim.Ez dixwazim ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî derfetên zedetir bêne dayîn.