Polîtîk

Em ji bilî xwedê ji kesekîre çuk danaynin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê derbarê alozî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî a Îraqê de ji rojnameya Zaman re axivî ku dê li roja duşembê bê belavkirin, serok Barzanî diyarkir ku ” Bilî hilweşîna Operasyona Dîcle û cîbicîkirina Madeya 140’ê em qebûl nakin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê Serokwezîrê Îraqê Malikî yê bûyî sedema alozî û qeyrana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Bexdayê de diyarkir ku lihember derketina dîktatoriyetê hemû rê vekirîne ji hilbijartinê re û got ku “Malikî siyaseta çek tewandinê dimeşîne û li gor wî dê Herêma Kurdistanê razîbe, lê em ji bilî xudê re çoka nadeynin erdê.”

Serokê Herêma Kurdistanê di axivitina xwe de dide diyarkirin ku Kurd şirîkên bingehînin di Îraqê de û dê destûr bimîne desthilat di nêrîna wan de û dibêje ku divê Serokwezîr pêgiriyê bi destûrê bike û derveyî wê dernekeve, Serok Barzanî her weha teqez li wê yekê dike ku ew haj ji yekîtiya Îraqê hene û dê nebin sedema parçekirina wê, got: ” Rêkirina leşker li dijî Herêma Kurdistanê yekser fermana xwe ji nivîsîngeha Malikî ye, Ji wan weye zêdekirina  leşker û çekên giran li deverên veqetiyayî dê Kurd neçar bike ji Madeya 140’ê gavê paşde biavêje.”

Lê Serok Barzanî soz dide û weha pêdediçe ” Em soz didin deverên di nava 140’ê de ku hemû mafên wan bêne bidestxistin.” Ji aliyekî din ve Serok Barzanî diyar dike ku çawa ji xizmetê ji Kurdan dixwaze heman astê ji hemû Îraqiyan re dixwaze. û got ku mixabîne ji aliyê Hikûmeta Malikî ve milyarê dolaran diçe bê ku welatiyên Îraqê para xwe jê wergirin.

Herweha Serok Barzanî teqez li wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê dê ji bilî hilweşîna Operasyona Dîcle qebûl neke, ji ber ku nedestûriye. Serok Barzanî got”  jî ku ew ne li dijî bihêzbûna artêşa Îraqê ne, lê divê artêş ya Îraqiyan be, ne ya kesekî bi tenê.”

Back to top button