Nivîsar

Gora Seîdê Kurdî eşkere nakin lê

Mistefa Sungur yek ji şagirdên herî hêja yê gorbihişt Mele Seîdê Kurdî bû. Duhî ew li nexweşxaneya Zanîngeha Fatîhê ya Stenbolê çû ber dilovaniya Xwedê.

Dema ku li mizgefta Fatîhê nivêja xwedêjêrazî dane kirin, ji Serokwezîr Erdoganî bigir heta Mehmet Gormez  Serokê Saziya Olî ya Tirkiyê, wekî din Egemen Bagiş ê Wezîrê Karên Yekîtiya Ewrûpayê, Wezîrê Navxwe Idrîs Şahîn, Waliyê Stenmbolê Huseyn Ewnî Muflu, serokê bajarvaniya mezin Qadir Topbaş, Midûrê Polîs yê Stenbolê Huseyn Çapkin, serokê AK Partiyê yê Stenbolê Ezîz Babuşcu û gelek erkan û hîmdarên dewletê herweha bi hezareha hemwelatî ji nava welêt wek Tirkiye, Kurdistan û ji hin welatên din jî heskiriyên wê rêbaza pîroz beşdarî pêşwaziyê bûne.
 
Piştî nivîja li ser cenazeyê, cenaze birin goristana Siltaneyûbê da bispêrin êminatiya Xwedê.

Li virê cenazeyê Mele Seîdê Kurdî tê bîra mirov ku dema wî di Newroza 1963an de li bajarê bapîrê me Berhîm Pêxember wefat kiriye, şeva din leşkerên Kemalîzmê ew laşê pîroz ji gorê derxistine û bi balafireke cengî birine cihekî nediyar ku heta niha jî kes nizane li kurê ye. Jixwe hinek dibêjin ku laşê Mele Kurdî birine avêtine kûrahihiya Deryaya Sipî.

 

 

Baş e, nexwe li virê ev çend pirs tên hişê mirov:

1-         Madem piraniya erkanên dewletê li ser cenazê şagirdê Mele Seîdê Kurdî civiyane û wî birine li goristaneke kifş veşartine, çima gora Mele Seîdê Kurdî nîşan nadin?

2-         Heta gora Mele Seîdê Kurdî neyê nişandan û jê re hêwirgeheke babetê zatê wî neyê çêkirin, ma dê çewa pêbawerî bi van desthelatdarên dewletê çêbibe?

3-         Sosreta mezin ya mexof ev e ku desthelatdarên dewletê ji bo şagirdekî Mele Seîdê Kurdî şîn vedigirin û şûna gora Mele Seîdê Kurdî nîşan nadin. Gelo mirov dê çi navî li vê yekê deyne?

4-         Alimtiya Mele Seîdê Kurdî û Kurdbûyîna wî deyne aliyekî, ew lehengekî leşkerî bû di şerê bi Rûsan re û dîl hatibû kirin. Lê wî lehengî bi lehengtiya xwe, bi riya Ukraynayê xwe gehand Stenbolê. Ji bo vê rûmetê jî, sererkanên dewletê gora wî eşkere nakin. Ma wê ev yek çewa bête jibîrkiirn?

5-         Piraniya sererkanên dewletê xwe oldar û îslamhebîn didin nîşandan. Lê Mele Seîdê Kurdî ku zanayekî pir mezin ê ola îslamê bû, laşê wî yê pîroz bi destên dewletê ji gora wî hate derxistin û birine li cihekî nepenî wenda kirine. Bi vê yekê wê baweriya kîjan bawermendî bi van serokerkanên dewletê were?

Em wek cemaeta oldarên Kurd umîd dikin ku ev sererkanên dewletê gora Mele Seîdê Kurdî eşkere bikin û laşê wî yê pîroz bispêrin axa welatê wî. Piştre kesên ku ew tawan kirine jî, bêtin sezakirin. Hindê êdî pêbaweriyek bi van sererkanên dewletê çêdibe.

 

Nûçe/Analiz: N.Firat

Back to top button