Civak

Li Stenbolê serî her seetekê zarokêk wenda dibe

Gerînendeyê Şaxa Zarokan a Gerînendetiya Ewlehiyê a Stenbolê Mûrad Koçak, diyar dike ku, li gorî salên borî, serîlêdana ji bo zarokên wenda dibin her diçe zêdetir dibe. Dibêje, 3 sala berê, her roj 10 serîlêdanên ji bo zarokan dihatin kirin lê, îsal serî her seetê serîlêdaneke ji bo zarokên wenda dibin tê kirin. Di sala 2009 an de her roj 10, di sala 2010 an her roj 16, di sala 2011 an de 20 û îsal 25 serîlêdan tên kirin. Ji ev zarokên ku wenda dibin, jê ji % 97 ji mala xwe direvin û yên din jî bi sedemên cuda ji holê wenda dibin. Koçak wiha dibêje, “lêkolînên ku me kirine nîşan dide ku, ger zarokên wenda dibin, di nav 24 seetan de neyên dîtin, an dibine kiryarê sûcekî an jî mexdûr tên kirin. Mixabin carna em rasta termên zarokan jî tên. Di 2 salên dawiyê de em rasta 11 termên zarokan hatin. Ji van zarokan 2 heb bi qezayê, 8 zaroka xwe kuştine û yek jî b cinayetê bûne qurbanî. Ji ber vê, dîtina, hîn ku zarok şev li derve derbas nekiriye, pirr girîng e.”

Dîsa Gerînendeyê Şaxa Zarokan Mûrad Koçak îfade dike ku, zarokê ku wenda dibin, ji wan jê ji %48,di nav 24 seetan de têne dîtin. Koçak, malbatan hişyar dike û dibêje, mixabin gellek malbat, di serîlêdanê de dereng dimînin û dibêjin, “zarokê me wê vegere mal”, pêwiste malbat dereng nemînin. Ji bo zarokekî ku hatiye revandin, 3 seetên destpêkê pirr girîng in, ev dema krîtîk e. Bila malbat hîn hişyar bin.

   

Balkêş e ?
Close
Back to top button